Îcadek din: Tekerên ku nateqin îcad kirin
Diyarname
Tekerên ku têde hewa nîn e, bi gotineke din nateqin hatin îcadkirin.
Tekerçêkerê japon Bridfestone ji bo erebe êdî di rê de nemînin tekerên ku pêdiviya wan bi hewayê nîn e ava kirin.
Li gor nûçeya di rojnameya Milliyetê de Bridgestone di çêkirina tekeran de madeya mestekî ya tenmoplastîk bikar aniye. Li hember rewþa her cure hewayê û bi hêzdariya xwe, dikare pergala tekeran bêyî ku têk herin biparêze.
Di van tekeran de hem hewa nîn e, hem jî pirsgirêk wan a êdî kêmbûna hewaya tekerena ji holê radike.
Mestekî ji ber ku madeyeke xwezayî ye, dema tekerên pê hatine çêkirin kevn bibin jî ji bo ji nû ve bikaranîna wan dikarin ew bêne helandin û ji nû ve bêne çêkirin.
Di 42'yemîn Fûara Motoran a ku mehek berê li Tokyoyê li dar ket deversiyona 9 înç (22 santîmetre) a tekeran hat nasandin. Lê þîrketê got ku dê cureyên din ên tekeran jî bêne çêkirin. Her wiha þîrketê ragihand ku amadehiya wan temam e û di demek nêz de dê dest bi firotina wan bê kirin.