logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Der barê romana 'Du cîhan yek jan' de

Di romana Du Cîhan Yek Jan de Tablo, Bilûr, Hesp û Xencer xwedî wateyên taybet in. Bi taybetî tabloya hunermend Cano tes

  • Dîrok: 10/10/2022
  • Beş: Serbest

Mehsum Nisêbînî

Min bi meraq û coşeke xweş a wêjeyî, romana "Du Cîhan û Yek Jan" a nivîskar Serkan Birûsk xwend ku ji 420 rûpelan pêk tê. Roman bi hevkariya weşanxaneyên Ronya û Kurd-Ped li bajarê Wanê îsal ango 2022'an derketiye. Tabloya efsûnî ya li ser berga romanê ku ji aliyê Zîr Yildirimê bavê nivîskar ve hatiye çêkirin; gelek baş li naverokê hatiye. Lê mixabin navê rehmetiyê Zîr di pirtûkê de nehatiye nivîsandin. Wekî din hinek tiştên din ên wekî kêmasiyên redaksiyonê hene lê ew jî dikarin di çapa duyemîn de bêne sererast kirin.

Cîhewarên ku bûyerên romanê lê derbas dibin; dinya û cîhana cinan in. Li ser rêya koçberiyê em dibin şahidê berxwedana koçberên ji welatên cuda yên di nava daristanên tarî û bi berf de. Xwezaya daristan û ya rihê mirovan bi vebêjeriyeke hûrgilî û kelecanî hatiye gotin. Em bi evîna Ece û Janpîr dibin mêvanê bajarê Stockholmê… Her wisa jî, ji devê Şemreşê Mîrê Cinan em xwezaya şerekî dijwarî û jiyankuj a cîhana cinan kêlî bi kêlî dijîn… 

Lehengê sereke yê romanê her çendî Janpîr ango Biyanbir jî be, lê dema mirov romanê diqedîne; Ehmedê Zirço bi tevger, kesayetî û vebêjeriya xwe ya di forma çîroka gelêrî de Janpîr di bin sîha xwe de dihêle.

Roman ku bi vebêjeriyeke hertiştzanî dest pê dike; bi vebêjeriyeke di forma ez de berdewam dike. Bi dorê; Janpîr, Rastim, Ehmedê Zirço, Alma keça Efrîkî û Mîrê Cinan Şemreş serpêhatiyên xwe vedibêjin…

Di romana Du Cîhan Yek Jan de Tablo, Bilûr, Hesp û Xencer xwedî wateyên taybet in. Bi taybetî tabloya hunermend Cano tesîreke nediyar li ser Janpîr dihêle… 

Çîroka romanê; Janpîr di zaroktiya xwe de bûye şahidê xwestina meta xwe Nûra… Di wê rojê de Janpîrê zarok li dibistanê bûyereke nexweş derbas kiriye. Ew ji dibistanê reviyaye û li qiraxê cem di xew re çûye. Dema bavê Janpîr wî tîne malê, ew pê dihese ku xwazgîniyên mata wî hatine…  Ehmed ku çîrokbêjek navdar e, nav û dengê wî li heremê belav bûye, berevajî hemû mêvanan ew wê şevê xemgîn e û dilê wî diêşe. Ew ji zarokan bêdunde ye. Badînê ji dayik û bav sêwî, hêviya wî û jina wî ye. Wan ew wek kurê xwe mezin kiriye. Badînê kurê Qeraş bêçare ye… Heskiriya wî Nûra dê bidin xortikekî ji gundekî din… Ehmedê Çîrokbêj planek ji bo xerakirina xwestina Nûrayê amade kiriye. Wî bi vê armancê çîrokek taybet û bi mebest amade kiriye. Ew ê bi rêya gotina çîroka xwe berde xwazgêniyan û bike ku Nûra û Badîn bigihîjin miradê.

Em piştî rêwitiya Janpîr a ji Stenbol, Çekoslovakya, Almanya û dawî jî Swêdê bi vê çîroka ku rengekî diyar daye romanê dihesin. Bi taybetî piştî ku li Almanya Janpîr Rastim nas dike; ew çirabîra wî ya vemirî ya li ser wê şeva tirajêdîk careke din rivîngeşî dibe. Janpîr pêşî bi alîkariya Rastim û dûre jî bi alîkariya nameyên Sarayê hemû aliyên wê şevî nas dike û paşî jî di forma romananeke biyografîk de me pê dihesîne…

Nivîskar Birûsk, di romana Du Cîhan Yek Janê de bi hêza xeyal û rastiyan ên ku li ser rûyê erda me ya çav bi rondik hatine xincerkirin; bi kurmanciyeke nûjen û kevnar, bûyerên rasteqîn û efsûnî bi ramanên felsefîk ên li ser hebûn, tunebûn, evîn û hunerê; bi pisporiya xeyal û naskirina çanda gelêrî reqifandiye, bi ahengeke helbestî û lehengliveke balkêş ya destankî ristik bi ristik bi rêzikan daye hûnandin.

Ew bi vebêjeriyeke bi herk û pêljen mirov li ser pişta hevokên rehwan ên ku dilan radike serşeh û bi guhlêdana stirana evînên dilgivêş li parzemînên cihêreng digerîne.

Ev berhemê hêja, hem dewlendiyeke bêhempa û hem jî pêşvebirineke xurt bi ziman û wêjaya kurdî re çêdike.

Di nava serboriyên romanê de, mirov dikare ligel hîskirina kelecaniya bi xeyalê xemilî ya ku di demên berê de di şevbihurkên civaka me de hebûn, ji devê çîrokbêjekî pispor, yekî mîna Ehmed ê Zirço yê ku bi peyvên çîrokên xwe, civatê bi xofecoşê sermest û bêdeng dike, jan û dilsojiya eşq û evînên diltîkirî jî bi balkêşiyeke hest bi ar, bi me dide hîs kirin û me derbasî jiyaneke efsûnî dike.

Dîsa penaberiya di nava penaberiyê de, hisret û axîna welatê bav û bavpîran; xerîbiya jandêr û tevlivên ji bo azadiya gel û war radixîne ber çavan.

Dema mirov di nav rûpelên romana "Du Cîhan Yek Jan"ê de, rêzik bi rêzik pê de diçe û dixwîne; bi jenêşî dibîne, bê çawa bi ser diklîstika evînê de, ji nav ewrên qetranî teyrokên tezînok barî bi ser dilên terişî de dibarin.

Ha berî ku ez ji bîr bikim; vê jî bînim bîra we. Jixwe berî hertiştî ya herî girîng ew e ku bêyî xwendevan di ser pira Cinîstanê re derbas bibin; ew qet nikarin xwe bi perava xelekfîlme evînê bigihînin û ji binî ve nikarin lê temaşe bikin.

Di dawiya dawî de, mirov dikare bibêje ku eşq, evîn, hêvî û janên jînbir bi hev û din re li ser rûpelên romanê dinizilin nava rûbarekî biharîn û pêl bi pêl ber bi gulpişkêfên tîrêjzêrîn ve diherikin...

Ew peyvên helbestî yên ku di nava pexşana romanê de hetine reşandin, belkî ji bo hinek xwendevanan giran werin, lê bi teybet ji bo min pir xweş, cêjdar û neqşên wêjeyî in.

Dil dixwest nivîskar hîn bêtir bahsa wê çîroka tirajîk a keça Efrîkî Almayê kiriba; bi min wisa hat ku çîroka wê temam nebûye… 

Romana Du Cîhan Yek Jan ku wekî xezneya biwêj û zargotina kurdî ye divê bi sebir û baldarî bê xwendin.

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Îro, sê nûçeyên li ser Rojava

ad

Rola Kurdan di berbelavbûna gendeliya Iraqê de

ad

Xebateke Nû: Qertên Zimên

ad

Erebistana Siûdî biryara xwe da

ad

Derhêner Alan Parker wefat kir

ad

Gun TV bo zêdetir weşana bi kurdî destûr xwest

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname