Diyarname
Derhênerê îngilîz ê navdar Alan Parker roja 31'ê tîrmehê wefat kir.
"Fame", "Evita", "The Commitments", “Mississippi Burning”, "Midnight Ekspress" jî di nav de gelek fîlm kişandin. Wî 19
Xelata BAFTA, 10 Globa Zêrîn û 10 heb jî Oscar bi dest xistibû. Her wiha Cannes jî têde li gelek festîvalên navdar jî xelat girtibû.
Derhêner Parker di sala 1944'an de li Londona Îngilistanê hatiye dinê. Yekem car di sala 1975'an de fîlmê “Bugsy Malone” kişand û ket nava sînemayê. Herî dawî jî fîlmê bi navê “The Life of David Gale” di sala 2003'yan de kişand. Wî ji bo BBC gelek kurtefîlm kişandin.
Parker li Tirkiyeyê ji ber fîlmê xwe "Midnight Ekspress" ku têde îşkenceyên li Tirkiyeyê têne kirin nîşan dan bû rojev û ji aliyê dewletê ve gelek hat rexnekirin. Ew bi vî fîlmê xwe di warê Derhênerê Herî Serketî de ji bo xelata Oscarê wekî berendam hat nîşandayîn û bi vê 2 Oscar girt.
Parker di heman demê de derhêneriya fîlmê "Pink Floyd the Wall" jî kiriye.