Diyarname
Erebistana Siûdî biryar da ku du sporkarên jin bişîne Olîmpiyatanên Londonê. Ev yek di dîroka Erebistana Siûdî de dibe gaveke yekemîn a bi vî rengî.
Li Erebistana Siûdê mafên jinan gelek sînorkirî ne. Ev welat jinan naşîne olîmpiyatan. Bi hewldana Komîteya Olîmpiyatê û komên Mafên Mirovan, Erebistana Siûdî bi awayekî fermî biryar da ku du lîstikvanên jin bişîne olîmpiyatê.
Erebistana Siûdî biryar da ku Wodjan Ali Sera Abdulrahim Shahrkhani û Sarah Attarê bişîne olîmpiyatê.
Wodjan Ali Sera Abdulrahim Shahrkhani di 78 kîlo beşa Judo de, Sarah Attar jî di beza 800 metre de dê Erebistana Siûdî temsîl bike.
Katar û Brunei jî dişînin
Ji bilî Erebistana Siûdî heta niha Katar û Brunei jî jinên sporkar nedişandin opîlmiyatan Lê wan jî biryar dabû ku sporkarên jin bişîne 2012 Olîmpiyatên Londonê.