logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve
  2. Em 'Kurdekî Sade û Xwende' nas bikin
  3. Baroyê got, 'Emê kuştina Dilan Karamanê bişopînin'
  4. Festîvala Sûc û Cezayê dest pê kir
  5. Barzanî hat Cizîrê
news-details

Rola Kurdan di berbelavbûna gendeliya Iraqê de

  • Dîrok: 25/11/2025
  • Beş: Serbest


___Arif Qurbanî___

Tiştên ku di serdema paşatiyê û piştî wê jî li Iraqê wekî binesazî û xeyseta bipêşketin û şaristaniyê hatibûn avakirin, di Iraqa nû de hatin pelixandin.

Vêga eger mirov ji wêneyên peykan li her parêzgeha Iraqê binêre, dê bibêje qey artêşa Moxolan di ser wan re çûye.

Ji hêla xizmetguzarî û pêdiviyên jiyanê jî di asta welatên herî hejar de ne, di demekê de ku li gorî saman, serwet û dahata Iraqê, diviyabû ji aliyê avabûn û nîşana şaristaniyê ve di rêza welatên herî bipêşketî yên cîhanê de ba lê çima bûye wêranî? Sedema wê girêdayî birina saman û serweta Iraqê ye.

Li gorî amar û daneyên navendên pêbawer ên navneteweyî yên taybet bi şefafiyet û çavdêriya darayî û bankan, her wiha li gorî mikurhatina hinek berpirs û rayedarên Iraqê bi xwe, tê gotin ku di du dehsaliyên Iraqa nû de, zêdetirî 600 milyar dolarên dahata petrola Iraqê bê şop û winda ne.

Cuda ji wan gendelî û zêdexerciyên din ên ku di projeyên eşkere û xeyalî de hatine pûçkirin, her wiha cuda ji bi deh hezaran mûçeyên ku li gor gotina wan (hewayî) ne û mûçeyên bê nav ên kom û milîsên çekdar, her wiha ji bilî wan hejmarên mezin û zêde ku di çarçoveya siyaseta spîkirina pereyan de birine derve, bi mikurhatina Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî ku Tebaxa/Gelawêja 2022'yan dev ji kar berdabû, li wê yekê mikur hat ku mehane tenê ji dahata gumrik û navxwe şopa 6 heta 7 milyar dolaran namîne.

Rast e ku desthilata dewleta kûr û birêvebiriya rûkeşî ya welat bi awayekî reha di destê şiîyan de ye û tişta heyî projeya şiîyan ji bo rêveberiyê ye lê belê şîî bi tenê ne berpirs in ji vê rewşa ku bi serê Iraqê de hatiye.

Kurd, wekî pêkhate, di du astan de û bi lîstina du rolên cuda, roleke serekî di wan gendeliyên ku li Iraqê hatine kirin de lîstine ku ji ber wan gendeliyan derfeta jiyanê li beşek ji bajarên Iraqê tê ku nemîne.

Di asta yekem de, kesayetiyên siyasî yên kurd ên ku di navendên deshilatdariya Iraqê de, di wezaretan de û di nava artêş û sazî û dezgehên ewlehiyê yên Iraqê de beşdar in, firêzeyan wan ji ya kesayetiyên şiî yên di deshilatdariyê de ne paqijtir e.

Lewma di wê beşa gendeliyê de ku di sazî û dezgehan de, çi di serdema Amerîkayê de û çi jî piştî wê hatiye kirin, para kesayetiyên Kurd jî mezin e.

Lê belê ya ku mebesta min e ez li ser biaxivim, asta duyem a gendeliyê û windabûna samanê Iraqê ye ku hinek kesayetiyên kurd, xasma di nav parlamenterên kurd ên li Bexdayê de, bi awayekî berfireh rola wan di xweşkirina zemînê de ji bo wê bihederdan û berdewamiya talankirina samanê Iraqê hebûye. Gunehê beşa herî mezin a windabûna wan bi sedan mîlyar dolaran dikeve stûyê wan.

Vê pêvajoya talankirin û nediyariya samana Iraqê bi taybetî piştî vekişîna Amerîkayê ya sala 2012'yan dest pê kir. Bê guman, pêwîstiya pêvajoyeke wiha bi plan û bernameyeke hûr hebû, nemaze ku li piraniya bajar û bajarokên Iraqê ava vexwarinê, elektrîk, nexweşxane, dibistan û rêyên pêwîst nîn in.

Li her welatê di rewşeke wiha de, ji bo welatiyan dibe pirsyar ka dahat û samana wî welatî diçe ku? Ji bo ku ew serwet û samana bêhejmar were birin û xelk jî nizanibe ji bo çi armancê hatiye birin, pêwîstî pê dîtin ku bala welatiyan ber bi aliyekî din ve bibin da ku rastiyê nizanibin.

Vêga û piştî bûyer û encamên şerê Xezeyê, derbarê vê yekê hinek tişt tên gotin ku saman û serweta Iraqê di projeyeke îdeolojîk a herêmî de ji bo birêvebirina Eniya Berxwedanê hatiye xerckirin, her wiha ji bo alîkarîkirin û biçekkirina komên Hemasê, Hûsiyên Yemenê, Hizbulaha Libnanê û çeteyên Beşar Esed; tewra gumana wê yekê jî heye ku çend yekîneyên nav DAIŞ'ê jî bi saman û serweta Iraqê hatine birêvebirin.

Ji bo ku haya iraqiyan ji wê yekê nebe ku pereyê firotina petrolê û dahatên wan bi vî awayî hatine berhewa kirin, bi planeke hûr û bi rêya kirîna çend parlamenterên kurd û hin navendên medyayî û elîtên rewşenbîr, li dirêjahiya salên piştî 2012'yan, îmajeke wisa çêkirin ku hemû dahata Iraqê bo Herêma Kurdistanê diçe.

Ew avabûn û proje û xizmetguzarî û ciwaniyên bajarên Herêma Kurdistanê bi dahata petrola Besreyê hatine kirin. Di demekê de ku piştî sala 2012'yan tenê salekê budce ji Herêma Kurdistanê re hatiye şandin û ji destpêka sala 2014'an ve budceya Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin.

Çima pêwîst bû ew vê gewcandinê bi rêya kurdan bikin? Ji ber ku welatiyekî ereb li Besreyê baweriyê bi desthilatdarekî ereb ê bajarê xwe nake ku ji bo perdekirina gendeliya bajarê xwe tawanê biavêje ser kurdan lê dema parlamenterekî kurd bi zimanê erebî û ji kenaleke erebî re bêje, dahata bajarên we bo Kurdistanê diçe, bawer dikin.

Her yek ji we ku niha vê gotarê dixwîne, tê bîra we û hûn şahidê dîtina bi dehan dîdar, hevpeyvîn û daxuyaniyên kesên bi vî rengî derbarê vê mijarê de ne.

Vê planê bi radeyeke wisa bandor li ser çêkirina wêneya giştî kiribû, ne tenê welatiyên ereb ên bajarên başûr û navenda Iraqê, ku tu nîşana avabûnê bi bajarên wan ve nemabû, bawerî bi wê yekê anîbû ku pereyê projeyên wan kurd dibin, tewra li nav Herêma Kurdistanê bi xwe jî bi dehan qaşo siyasetmedar, rewşenbîr û şîrovekaran ev stran digot, ku "Ma rewa ye PDK û YNK dahata Kurdistanê didizin û Iraq neçar be pereyê petrola Besrayê bide Kurdistanê?"

Di demekê de ku eger bi dirêjahiya van 12 salan bi berdewamî ji sedî 17 ji budceya giştî ya Iraqê tevî budceya hakim jî bihata Herêma Kurdistanê, nedigihîşt nîvê dahata firotina petrola Kurdistanê ya li Xaneqîn, Kerkûk û Mûsilê lê kurdên me yên reben ketibûn bin bandora wê pêvajoya çewtkirin û xapandinê ku pereyê petrola Besreyê kurd dibin.

Rewşa ku vêga bajarên başûrê Iraqê tê wer bûne û ne dûr e di çend salên gelekî nêz ên paşerojê de, herî kêm ji ber bêaviyê beşek ji wan ji bo jiyanê bi kêr neyên, sedema wê ew e ku çend kurdan xelk xapand da ku nizanibin pereyê projeyên wan ji bo xizmeta komên welatên din tê birin; ji ber ku eger wan ew rastî bizaniya, bi serwet û samana wan çi lîstikeke qirêj li herêmê tê kirin, bê guman qebûl nedikirin.

Lê wekî beşekê ji stratejiya Eniya Berxwedanê, ew koma kurd bi wê rolê rabû ku çavê cadeya Iraqê şêlû bikin da ku karibin wan bi sedên mîlyar dolarên Iraqê ji bo wê armancê bi kar bînin.

Her çend ez piştrast im rojek dê bê ew hemû nehênî bên eşkerekirin û dê derkeve holê ku li hemberî çi peymanên pere û îmtiyazan bi wê rola xerab rabûne lê tiştek li cem Xwedê nayê veşartin, gunehê beşek ji nexweşî û zehmetiyên iraqiyan û kuştara di nav şerê wan koman de ku bi pereyên Iraqê hatine birêvebirin, dikeve stûyê wan.

Ji Rûdawê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Kazim Polat: Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news

'Agac Adam'

news

Li ber siya spîndarê

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 28 11 2025

Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve

news
  • 25 11 2025

Pelên Şil

news
  • 25 11 2025

Rola Kurdan di berbelavbûna gendeliya Iraqê de

news
  • 24 11 2025

Şşş! Hiş be, şik afirî

news
  • 16 11 2025

Zinar: Zimanê dewleta Medan kurmancî bû

news
  • 12 11 2025

Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Bi fotografanê newe û kanan Heskîf

ad

Jurî Venedîkî eşkera bî

ad

'Kurak Gunler' mohra xwe li şeva Siyadê da

ad

Documentarist li benda belgefîlman e

ad

Deqe bi deqe agahiyên li ser helwdana derbeyê ya li Tirkiyeyê (Hat nûkirin)

ad

‘Li nav kurdan dîplomasî’ derket û li Fûarê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve

  • 28 11 2025
news

Em 'Kurdekî Sade û Xwende' nas bikin

  • 29 11 2025
news

Baroyê got, 'Emê kuştina Dilan Karamanê bişopînin'

  • 28 11 2025
news

Festîvala Sûc û Cezayê dest pê kir

  • 27 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname