Diyarname
Wekî gelek hunermendên kurd hunermend Mikail Aslan jî rastî astengî û qedexeyan tê. Van rojan du astengî derketin pêşiya wî.
Konsera li Stenbolê
Di navbera 16-26'ê meha borî Şaredariya Ataşehîra Stenbolê ku di destê CHP'ê de ye bi navê "7'emîn Festîvala Çandên Xwişk/Bira" li dar dixist. Di nav bernameyê de roja
25'ê mehê konsera Mikail Aslan bê hes û hewar betal kirin. Roja 3'yê mehê Aslan bi ser hesabê xwe yê twitterê re Şaredariya Ataşehîrê jî etîket kir û wisa got, "We ez vexwendim 7'emîn Festîvala Çandên Xwiş/Bira, paşê we li hemberû du sê trolên nijadperest serî tewand û ez ji bernameyê derxistim. We em ji gelê xwe, gelê me ji klaman mehrûm kir. Hûnê biratiyê bi birîna dengê me saz bikin?"
Konsera li Çewligê
Li gor bernameyê Mikail Aslan gere 15'ê vê mehê li Çewligê, li salona Zanîngiha Çewligê konser bida. Salona ku kirêkirina wê 3 hezar TL bû, ji organîzasyona ku konsera Aslan saz dike 20 hezar TL pere xwestine. Aslan bi van gotinan bertek nîşan da, "Zanîngeha Çewligê rêyeke din a qedexekirina konsera me dîtiye. Salona ku 3 meh berê buhaya kirêkirina wê 3 hezar TL bû niha 20 hezar TL diwazin. Piştgiriya Zanîngeha Bîngolê ya ji bo çand û hunerê me gelek hestewar dike!"
Rêveberiya zanîngehê di belgeya ku ji bo Aslan şandiye de gotiye "20 hezar TL razînin hesabê, yan na dê cihê ji bo we hatiye veqetandin bê betalkirin."