logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Di Rewşenberiya Me Kurdan de Deqa Kor
  2. Ji bo 9 rojan belgefîlm li benda temaşevan in
  3. Belgefîlmê li ser Cegerxwîn 'Kî Me Ez?' tê nîşandayîn
  4. Di Documentaristê de belgefîlmên bi kurdî
  5. The end ji bo rexnelêgirtina ‘Rêberê Rastnivîsînê’!
news-details

Diziya li Minbicê û hin gunehên min

Em mirov bi piranî meyldar in ku zarokên xwe “piçûk” bibînin. Lê nexêr, aqilê wan û kapasîte, behreya têgihîştinê li cem

  • Dîrok: 27/09/2022
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman GULDIVÊ

Em mirov bi piranî meyldar in ku zarokên xwe “piçûk” bibînin. Lê nexêr, aqilê wan û kapasîte, behreya têgihîştinê li cem zarokan ji ya mezinan ne kêmtir e. Heta, ji ber ku hîna bi qalibên hişk nehatiye sînordarkirin, em mezin li xwe mikur bên çêtir e: zarok ji me çêtir têdigihîjin. Keça min a 11 salî pêr pirsa “bacê” ji min kir, min jî qaşo mesele hêsan kir û jê re got. Lê, niççç, hîç qaîl nebû. Got, “Ma ez pitik im?” Axir dawiya dawî ez birim heta bi avabûna dewletê ya em pê dizanin.

Ez ê îro behsa vê meseleyê nekim, lê ez ê behsa meseleya dewlet, milk, dizî û derewê bikim. Min niyet e bala xwe bidim nûçeyeke kurt a berî çendekê ji Minbicê hat: 2 kesên di nava saziyên QSD’ê sextekarî, dizî kirine û bertîl xwarine. Rêveberiyê ew kes girtine, dadgeh kirine û ceza kirine. Axir beriya ku karibim behsa gunehê xelkê bikim, divê pêşî gunehên xwe daweşînim, yan na, bi min wiha xuya dike, wekî ku neheqiyê dikim.

Vêca ez bi gunehê xwe yê diziyê û derewê dest pê bikim. Di zaroktiyê de mirov ji tirsan derewan dikin, û zaroktî jî xweşik nayê bîra gelek mirovan, ji ber wê, ez wê didim alî. Di emrê xwe yê têgihiştî de axir ji ber çi ye, ez tam pê nizanibim jî, ez pêjna hin tiştan jê dikim; lê min du anektodên kesekî em hev du baş nas dikin, çend carekî kirin malê xwe. Eynî wekî Hêrişê ku min havîna 2003’yan li Kurdistanê nas kiribû. Wî hem anektodên xelkê û hem jî henekên xelkê, wekî ku hatibûn serê wî digotin. Hingê ji ber ku gelek ji wan henekan bi min nas bûn, min zû fêm kir û heta bi navê Hêrişname jî ji Ronahî ya YXK’ê re nivîseke li ser meseleyên wî nivîsî. Ma ne min got, ez pêjna hin tiştan jê dikim; pêjna ku min jê dikir ew bû, bûyerên giran ên jiyana Hêriş, diyar bû ku dikir bi rêya van mesele û anektodan, hizra xwe ji van dûr bixe û li aliyê din bala xelkê bikişîne ser xwe.

Lê piştî bi bêhtirî deh salan, min çima du anektodên kesekî ji nêz ve nas dikim, kirin malê xwe? Wekî ku hatibe serê min ji xelkê re behsa wan kir? Esas bi tecrubeya xwe ya kar û xebata salan, bi hevdîtinên ew qas mirovan, diviyabû min nekira. Lê wa ye min kir, belkî trawmayên dûvdirêj û bi dawî nabin, belkî nekarîna derketina ji heqê wan trawmayan, kirine ez ji xwe razî nebim. Axir ez ne pisporê vî karî me, nizanim çima. Lê dizanim, ji bo siheta mirovî bi xwe jî ne karekî durist e. Axir lêmikurhatin destpêkek e. Ez ê ji xwediyê anektodan re jî bibêjim, min du anektodên te wekî hatibin serê min ji xelkê re gotine. Ka ew ê çi bibêje!

Vêca em li meseleya wan bertîlxwurên Minbicê vegerin. Çawa di nava rêveberiya QSD’ê de du kes hazir bin belgeyên sexte çêkin, bertîlê ji xelkê bixwin û diziyê bikin! Di rewşa şer û ambargoya heyî de ez dikarim lê bifikirim ku gelek zehmetî, mirovan ber bi van meylan ve diajon. Lê mesele li vir naqede; yanî li Minbicê mirov hebûne ku hazir bûn bertîlê bidin, û hazir bûn belgeyên sexte ji xwe re bidin çêkirin. Divê mirov û nexasim jî Rêveberiya Xweser û rêveberiya QSD’ê jî, bi qasî meseleya bertîlxwuran, serê xwe bi vê yekê jî biêşîne û pirsgirêkan bi awayekî maqûl bibîne. Lewma heta mesele maqûl neyên dîtin, mirov nikare bi çareseriyên maqûl jî serê xwe biêşîne.

Ji cezayê hepsê û cezayê pereyan bêhtir, herçî diz - ez neçar im bibêjim, dizî di her rewşê de ne sûc e -, bertîlxwur û sextekar in, divê miameleyeke armanca wê rehabîlîtasyona civakî be bi wan re bê kirin. Cezayê hepsê û cezayê pere jî tenê rîska van kirinan ji bo failên wan zêde dikin. Ev helwesta dewletê ye ku bi ceza terbiye dike. Lê wan qaneh nake ku wan şaşî û heta neheqî kiriye.

Ez behsa neheqiyê dikim, hem jî di pêwendeke ji awirê bertîlxwuran bi xwe de: Neheqî nexasim li wan kesan dibe, yên ku nikarin bertîlê bidin. Bi her halî, bi ya min qanehkirina wan a li ser neheqbûna kirinên wan, ji cezakirina wan muhimtir e.

Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
Ev jî hene
ad

Koma yekem a koçberên Efrînê vedigere warê xwe

ad

Ava Bendava Dokanê jî kêm bû

ad

Fethî Nacî jiyana xwe ji dest da

ad

Kujerê Musa Anter anîn Amedê

ad

Vê Carê

ad

Wî nedixwest tu tişt min bîne bîra wî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Di Rewşenberiya Me Kurdan de Deqa Kor

  • 13 06 2026
news

Ji bo 9 rojan belgefîlm li benda temaşevan in

  • 13 06 2026
news

Belgefîlmê li ser Cegerxwîn 'Kî Me Ez?' tê nîşandayîn

  • 14 06 2026
news

Di Documentaristê de belgefîlmên bi kurdî

  • 14 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname