Diyarname
FBI çend roj berê bi ser malîkaneya Serokdewletê berê yê DYA’yê Donald Trump a li Floridayê de girtibû. FBI (Ofîsa Lêpirsînê ya Federal) bi sondxwarinê diyar kir ku li mala Trump 15 kolî hatine girtin û di 14’yê wan de 184 belgeyê veşarî hatine bi dest xistin.
FBI ji bo ser malîkaneya Trump a bi navê Mar-a-Lago de bigire belgeya sondxwarinê ya ku ji 34 rûpelan pêk tê ragihandibû dadgehê. Li mala Trump gelek belge hatine bi dest xistin. Tê gotin ku di nav belgeyên veşarî de hin belgeyên ku “dikare çavkaniyên îstîxbarî yên însanî bixe talûkeyê” jî hatine girtin.
Li aliyê din hin îdîayên ku têkiliya Trump bi ajanên rus re hebû jî têne kirin. Her ku biçe dê agahiyên li ber dest zelaltir bibin.