ENQERE
Serokê Meclisa Tirkiyeyê Cemil Çiçek bang li BDP'ê kir ku sibê saet 13.00'an de bên ba hev û di vê hevdîtinê de dê nûnerên AKP'ê jî hebin.
Çiçek bang li CHP'ê kiribû, ew û AKP'yî anîbûn cem hev, di nav hev de metneke li hevkirinê saz kiribûn û piştî vê CHP'ê li meclisê sonda mebûsiyê xwendibû.
Ji bo hevdîtina sibê ya BDP û nûnerên AKP'ê jî tê gotin ku dê li ser metneke wisa nîqaş bikin.