Diyarname
Festîvala Fîlman a Gûzeka Zêrîn a Edeneyê belgefîlmên di Pêşbaziya Belgefîlman de eşkere kirin. Di vê beşê de 8 belgefîlm hene.
Îsal 31'emîn car fesTîval li dar dikeve û Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê bi rê ve dibe. Festîval îsal di navbera 23-29'ê mehê de li dar dikeve.
Ji bo festîvalê 65 belgefîlm hatine şandin û pêşjurî 8 jê hilbijartine.
Juriya Pêşbaziya Belgefîlman îsal ji derhêner Eylem Kaftan, derhêner, senarîst û sazkar Hakki Kurtuluş û derhêner Serdar Kokçeoglu pêk tê. Ewê belgefîlmê serketî hilbijêrin.
Va ne belgefîlmên di beşa Pêşbaziya Belgefîlman de:
- Agaçtan Umutlar / Derhêner Haydar Demirtaş
- Bizim İsmail / Derhêner Fatin Kanat, Onder İnce
- Laf Aramizda Enguru Kahve / Derhêner Ozlem Mengiliboru, Can Mengiliboru
- Surgun Asla Bitmez / Derhêner Bahar Bektaş
- Şarap Rengi Deniz / Derhêner Nefin Dinç
- Şehir Ve Mesih / Derhêner Aylin Kuryel, Raşel Meseri
- Uçuncu Gurbet / Derhêner Mediha Guzelgun
- Zamanin Kiyisinda Sinav / Derhêner İlkay Nişanci
'ÎSMAÎLÊ ME'
Belgefîlmê bi navê "Bizim Îsmaîl / Îsmaîlê Me" derhêner Fatin Kanat û Onder Înce li ser sosyolog Îsmaîl Beşîkçî kişandiye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- ‘Morî’ jî têde, kurtefîlmên Gûzeka Zêrîn diyar bûn
- Fîlmên dikevin dû Gûzeka Zêrîn diyar bûn
- Ew dê serketiyê Gûzeka Zêrîn diyar bikin
***
"3 Deqe ligel Cemil Oguz"
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.