Diyarname
Navê pereyê Îranê "Riyal" e û niha dewleta Îranê dixwaze navê wê biguherîne bike "Tumen" û her wiha 4 sifiran ji pereyê biavêje. Zagon di civîna Desteya Wezîran de hat qebûlkirin, meclis jî erê bike dê bikeve jiyanê.
Berdevkê Hikumetê Elî Rebîî daxuyand ku li nav jiyanê peyva Rîyal hema hema nayê bikaranin û ev guharîn li gor bikaranîna civakê ye. Niha li Îranê ji bo 10 Rîyalan dibêjen "Tumen".
Berdevkê Hikumetê ragihand ku bi avêtina 4 sifiran ji pereyê dê pereyê wan binirxtir bibe.
Niha li Îranê pereyên wan gelek bêqîmet e; dolarek amerîkî bi 42 hezar Rîyalê Îranê ye.