Diyarname
Li Tirkiye û bajarên kurdan di şeş mehên pêşî de 88 hezar heb qezayê ku bûne sedema mirinan çêbûne. Di van xezayan de 920 kes li cihê bûyerê mirine, 127 hezar û 619 kes birîndar bûne. Di van qezeyan de sedema yekemîn qisûr ji ajokaran bûye.
Va ne daneyên ku Serokatiya Trakîwê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyeta Tirkiyeyê belav kirine:
- Di 6 mehên pêşî de îsal li 72 hezar û 989 cihên mirov lê dijîn qeza çêbûne. Her wiha 15 hezar û 11 qeza jî li cihên mirov lê najîn, yanê li derveyî navendan çêbûn.
- 920 kes li cihên bûyerê mirin.
- 127 hezar û 619 kes birîndar bûne.
- D i16 hezar û 91 qezayan de erebe li peyayan daye.
- Di 672 qezayan de mirov ji erebeyê ketine.
- Di 360 qezayan de erebe li heywanan dane.
STENBOL LI PÊŞ E
- Herî zêde qeza li Stenbolê çêbûne? 11 hezar û 117 qeza li Stenbolê çêbûne, 58 kes mirine, 20 heza û 730 kes birîndar bûne. Dûre Enqere tê ku 6 hezar û 335 qezayên sedema mirine ku 39 kes mirine. Di rêza sêyemîn de Îzmîr tê. Li Îzmîrê 34 kes mirine.
- Bajarê herî hindik qeza l^eçêbûne Erdexan e ku li vê derê tenê 50 qeza çêbûne û tenê kesek miriye. Li vî bajarê 104 kes birîndar bûne.
QISÛRÊ AJOKARAN TUNEBANA?
Di van de xala herî muhîm di qezayan de qisûr, bi gotineke din sûc ê kî bû? Trafîkê eşkere kiriye ku di qezayan de 88 hezar û 223 qisûrê ajokaran wan not kirine. Ji bilî vê wan 10 hezar û 316 qisûrên peyayan, 2 hezar û 260 qisûrên erebeyan, 1524 qisûrên rêwiyan û 414 jî qisûrên rêyan diyar kirine. ev yek nîşan dide ku ajokar hinek din jî haydar ba dê beşek mezin a van qezayan çênebana.
Di nav qisûrên ajokaran de jî rêza yekemîn bi 34 hezar û 14’yan vê meseleyê girtiye: “Leza erebeyê li gor rê, hewa û şertên trafîkê eyar nekirine”. Bi gotineke din ajokar li gor vê yekê tevbigeriyana dê 34 hezar û 11 qeza çênebana.
SERMEST AJOTINA EREBEYAN
- Di raçavkirinan de 93 hezar û 694 kesên ku sermest erebe ajotine hatine qufaltin. Ji van 3 hezar û 495 kesên ku cezaya 100 pûanî girtine dest danîne ser belgeya wan a ajotinê.