Diyarname
Pirtûkên nivîskar Helîm Yûsiv ji Weşanxaneya Peywendê derdikevin. Peywendê niha dest bi xebateke din a li ser Helîm Yûsiv kir û ji bo vê yekê bangeke taybet belav kir.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin weşanxane amadekariya hemû nivîs, gotarên li ser Helîm Yûsiv ên ku li her derê hatine weşandin dike ku dê van wekî pirtûk çap bike. Her wiha hevpeyvînên ligel Helîm Yûsiv jî bi heman awayî dê wekî pirtûk çap bikin. Weşanxaneyê gotiye ku hemû nivîs û hevpeyvîn li ber destên wan nîn in û yên ev xebat li ber destên wan hebin bila ji wan re bişînin.
Yên bixwazin dikarin nivîs, gotar û hevpeyvînên li ser û li gel Helîm Yûsiv bişînin ser vê mailê:
loryayayinlari@gmail.com