Pêþbaziya Abdullah Duran li benda berheman e
Diyarname
Þaxên Egîtîm-Sen ên Amedê ji bo bîranîna Abdullah Duran pêþbaziya çîrokan li dar dixin. Îsal jî pêþbaziyê dest pê kir û yên bixwazin heta 31'ê berfanbara 2022'yan dikarin berhemên xwe biþînin ber destên amadekaran.
Abdullah Duran zarokekî kurd bû ku hê diçû dibistana seretayî, di bûyerên Amedê de, roja 28'ê adara 2006'an bi guleya polîsan canê xwe ji dest da. Ji bo bîranîna Duran, Egitîm-Senên Amedê her sal pêþbaziya çîrokan li dar dixin. Pêþbaziyê îsal jî dest pê kir û li benda berheman e.
13'emîn Pêþbaziya Çîrokan a Abdullah Duran ku îsal jî dest pê kir zimanê wê kurdî (kurmancî û kirmanckî) û tirkî ye. Yên bixwazin heta roja dawî ya îsal dikarin berhemên xwe bîþînin ber destên þaxên yekem û duyem ên Egîtîm Sena Amedê.
Çîrokên bêne þandin divê berê li cihek nehatibin weþandin. Encamên pêþbaziyê dê roja 17'ê adara 2023'yan bêne eþkere kirin û merasima xelatdayînê jî roja 25'ê adara 2023'yan dê li dar bikeve. Îsal ji bo xelata yekemînî 2500, duyemînî 2000 û ji bo sêyemînê jî dê 1500 TL xelat bê dayîn. Her wiha berhema çaremîn jî dê bi mansiyonê bê xelatkirin.
Ji bo têkilî:
abdullahduranoyku@hotmail.com
0412 223 2754 - 0412 2576787