TAYLAN ESMER / AMED
100 saziyên sivîl yên li Amedê di derbarê operasyon û pevçûnan de, daxuyaniyek hevbeş dan çapemeniyê û xwestin operasyon bi dawî bibin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hemû hêzên sivîl û civakî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bikevin nava tevgêrê.
100 saziyên sivîl û rêxistinên pîşeyî yên li Amedê, derbarê operasyonên û pevçûnên û kuştinên dema dawî daxuyaniyek dan çapameniyê. Di daxuyaniya li parka beramberî Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) pêk hatî de nûnerên 100 saziyên sivîl û civakî amade bûn. Daxuyaniya ku rastî eleqeyek mezin ya çapameniyê hatî, ji aliyê Serokê DTSO'yê Galîp Ensarîoglu ve hat dayîn.
Ensarîoglu, derbarê hin nuçeyên hatine weşandin yên weku: "piştî daxuyaniya KCK'ê di metna çapameniyê de guhertin hatiye kirin" de diyar kir ku, ew îdîa ne rastin. Ensarîoglu, daxuyakirin ku, ji damezrandina komarê heta îro her tim di çareseriya pirsgirêka Kurd de rêbazên dijdemokratîk hatine bikaranîn û encam nehatigirtin. Ensarîoglu, bibîrxist ku, ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurdan li gel êşên gelek mezin, krîzên aborî, civakî û siyasî jî hatine jiyankirin û wiha got: "Pêwîste êdî hemû kesên xwedî wijdan û aqil bidengekî bilind bên bêjin êdî ev pirsgirêka dîrokî û civakî bi polîtîkayên qedexe, pêkutî û tunekirinê û operasyonan nayê çareserkirin." Ensarîoglu, destnîşan kir ku, di nava sala dawî de herçendî ji bo çareserkirina pirsgiraka Kurdan fersend derketin holê jî, gavên ber bi çav nehatine avêtin û ev pêvajo vala çû. Ensarîoglu, xwest bêyî dem di ser de derbas bibe pirsgirêk çareser bibe û wiha axivî: "Zagonên demokratîk yên baweriyê bidin rayagiştî ya Tirkiyeyê beyî dem bê derbaskirin ji ber gav nehatin avêtin, pirsgiraka Kurdan bi hemû aliyan azad bê nîqaşkirin astengiyên li pêşiya azadiya raman, îfade û rêxistinbûnê nehatin rakirin û di pergala sererastkirinên bijartin û hilbijartinê de guhertin nahitin çêkirin, pêşnûmeya hat amadekirin çareserkirina pirsgika Kurd hêsan nekir û yên ji Xabûrê hatin, zarok, siyasetmedarên hilbijartî û parêzvanên mafên mirovan hatin girtin rê li ber şîdetê vekir û ji bo axaftina çêkan jî dewetiye derxist."
Ensarîoglu, anîziman ku, operasyon û pevçûnên rûdayî hêviyên aştiyê hejandin û wiha dom kir: "Divê hemû cure operasyon bên rawestandin û PKK biryara bêçalaktiyê bigire. Ji bo ku pirsgirêka Kurd çareser bibe û gel di nava aştiyê de bijî, divê hemû hêzên civakî tevlî pêvajoya çareseriyê bên kirin. Divê hemû saziyên dewletê û partiyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvjoyekê bidin dest pêkirin û bingeha çareseriyê di destûrabingehîn de amadebikin. Em bang li hemû kesan dikin ku, di çareseriya pirsgirêka Kurd de helwestên hêzên aliyan li ber çava negirin û vegerin."
' EM AMADENE KU ERK BİGİRİN'
Ensarîoglu, anî ziman ku, ew wekî saziyên sivîl yên civakî, amadene ku erk bigirin û wiha pêde çû: "Gavên ku bên avêtin wê rêya aştiyê ya Tirkiyeyê veke. Em difikirin ku, wê ji bo sibê tişên baş nêzîk bike. Em bang li hemû kesî dikin ku bihestiyar bin. Em jivir beyan dikin ku, ji bo çek bêdeng bibin û pêşiya siyasetê vebe em amadene ku erk bigrin"
"Em dixwazin hemû hemû operasyon bên rawestandin û PKK jî biryara bêçalaktiyê bigire. Her wiha di pêvajoya çareseriyê de hemû hêzên civakî tevlî bikin. Ev yek dibe ku MHP û BDP jî dibe. Hemû hêzên ji bo çareseriya pirsgirêkê cih bigirin divê tevlî bibin." Ensarîoglu nav neda lê xwast ku Ocalan jî di pêvajoya çareseriyê de cih bigire.
Piştî Ensarîoglu Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar jî diyar kir ku, ew wekî sazî banga xwe ya berpirsiyariya exlaqî û wîjdanî bicih tînin û wiha got: "Di nava 25 salên dawî de 60 hezar însan mirin.Em ji bo ku daxuyaniya me piştgiriyê bide çareseriyê bang dikin. Banga me ji bo hemû kesiye. Ev yek diyar û eşkere ye"
100 rêxistinên sivîl yên civakî yên Amedê îmze avêtin bin daxuyaniyê. 100 saziyan bi vê daxuyaniyê daxuyaniya Erdogan ya "saziyên sivîl yên Amedê jî bang li PKK'ê dikin û dibêjin bila PKK çekê berde" derew derxist û oparasyon şermezar kirin.
Ji ANF'ê hatiye girtin