RAHMÎ YAGMUR – MOSKOW
Derhêneriya yekem fîlmê kurdî ‘Zerê’ ji aliyê avakerê sînemaya ermeniyan Hamo Bek-Nazarov ve hatiye kirin. Fîlmê kurdî Zerê bi qasî 80 salan e li ser perdeyên sînemayê hate nîşandan.
Fîlm di çarçoveya têkoşîna li hemberî hêlên paşverû yên ciwanan de di dema Sovyetan de bi hunerî hatiye kişandin. Senaryoya "Zerê" ji pirtûka çîrokan a nivîskarê ermenî Hakop Gazeryan (1868-1926) a bi navê "Qedera Zeren" hatiye girtin. Derhêner Hamo Bek-Nazaryan bi awayekî serketî çîrok kiribû fîlm. Fîlm 80 sal in di demên cuda de hin li welatên Qafqasyayê tê nîşandan.
Kurdan bi navê ‘Lazo’ bangî Hakap Gazeryan dikir. Gazeryan bi kurdan re dijiya û gelê kurd ji nêz ve nas dikir. Dema Hazeryan li Tîflîsê dima ji bo zarokên kurd kursên zimanê kurdî vedikir û dixwest zarokên kurd zimanê xwe hîn bibin. Sedema ku fîlm ji aliyê kurdan ve hat pejirandin ew e ku nivîskarê çîrokê jiyana kurdan baş nas dikir û jiyana jina kurd baş fêm kiribû.
Fîlm ji ber ku ji aliyê avakarê sînemaya ermeniyan ango Hamo Bek-Nazarov ve hatibû kişandin, li gorî demê di nav fîlmên profesyonel û serketî de cih girt. Nazarov di nav sînemaya ermenî û sovyetan de gelperwerî û herikbariya zimanê xwe dihat nasîn. Nazarov ji şêweyên elîtîst dûr dima û baweriya huner ji bo gel e dipejirand.
Kişandina fîlmê di 31’ê rêbendana 1927’an de dest pê kir. Di fîlmî de rola keça kurd ‘Zerê’ ji aliyê lîstikvana ermenî Mareto Tadevosian ve hat lîstin. Rolên din ên wekî Seydo ji aliyê Hrachia Nersisyan, Tîmurbeg ji aliyê M. Garagahs, Silo ji aliyê Avet Avetisyan, Kido ji aliyê Hambartsum Khachanyan, Kilek ji aliyê Aram Amirbekyan, komîserê polîsan ji aliyê Sh. Guramashvili, Zurba ji aliyê Amasi Martirosyan û rola Şefîk jî ji aliyê M. Aghamalov hat lîstin. Her wiha S. Gevorgyan, N. Aghambekyan jî alîgirtiya derhêner kirine.
Fîlm li zozanê Elegezê hatiye kişandin. Di fîlm de bi qasî 500 dublorên kurdên êzîdî cih girtin. Fîlm di warê sînemaya bêdeng de li gorî dema xwe mînakeke baş e.
FEODALÎZMÊ REXNE DIKE
Fîlm drameke bêdeng e û reş û spî hatiye kişandin. Sedema ku mijar dramatîze bûye ew e ku berî dema Sovyetan bê rexnekirin. Sedema kişandina fîlmî ew e ku kurdên li çoltêran dijîn entegreyî pergala sosyalîst bibin. Di fîlmî de bêedelatiya feodalîzmê tê rexnekirin. Fîlm bi sehneya hevdîtîna keça bedew a gund Zerê û şivan Seydo li ser kaniya gund dest pê dike. Her du hev dibînin û dil berdidin hev.
Di wê navberê de Tîmur Beg her çiqas zewicî be jî dema çav bi Zerê dikeve dixwaze Zerê ji xwe re bixwaze. Tîmur Beg ji kevneşopiyên kurdan sûdê werdigire û Zerê ji xwe re tîne. Tîmur Beg li gorî kevneşopiyên kurdan li ser hespê xemilandî bi dahol û zirneyê derdikeve rê. Dewata wî û Zerê pêk tê. Lê Zerê li hemberî Tîmur Beg derdikeve û naxwaze bibe ya Tîmur Beg. Tîmur Beg ji ber wê yekê pir hêrs dibe û biryar dide ku cezayê bide Zerê. Tîmur Beg li gorî kevneşopiyên kurdan Zerê ceza dike. Û di nav civakê de belav dike ku Zerê berê bi mêrekî re bûye. Li gorî kevneşopiyên kurdan ev îxaneteke mezin e. Seydo tê girtin û Zerê ji bo cezayê tê amadekirin.
Zerê li gorî kevneşopiyên kurdên êzîdî tê cezakirin. Li gorî kevnepoşiyan jina ku berê zewacê bi kesekî din re bûbe rastî cezayê tê. Berê Zerê tînin teşhîr dikin. Porê Zerê kur dikin, serçavên wê bi teniyê reş dikin, li kerekî siwar dikin û di nav civatê de digerînin. Gundî keviran diavêjinê, çêran lê dikin, tif dikinê. Hevalên Seydo ji ber wê pir hêrs dibin û Zerê direvînin û her wiha birayê Seydo, Xidir Tîmur Beg dikuje. Fîlm di warê mînaka nîşandana nerazîbûna gelekî de baş e.
Di fîlmî de ne tenê kevneşopî her wiha dema Çar jî hatiye rexnekirin. Di gundên ku av û elektirîka wan tune de di ser de jî neheqiyên polîsên ku li cem axa û began cih digirin hatiye rexnekirin. Di fîlm de rastiyên kurdan bi awayekî trajîkomîk tên vegotin. Tê gotin ku di dema kişandina fîlmî de porê Zerê tê jêkirin û di nav gund de digerînin. Ji ber ku gundî wisa difikirin ku bûyera di fîlm de tê vegotin rast e, êrîşî Zerê dikin. Ekîba fîlmî bi zehmetî Zerê ji destê jinan xilas dikin. Piştî wê bûyerê derhêner û kesên fîlm dikişînin bêtir motîve dibin ku teqez fîlm bê kişandin.
DENG PAŞÊ HAT DAYÎN
Fîlm di warê sînemaya bêdeng de mînakeke baş e. Ji bo fîlmî di sala 1970’yî de ji aliyê Kompozitorê ermenî yê navdar Alexandir Spêndiarov ve deng hat barkirin. Ji bo dengdana fîlm Casimê Celîl, Cemîla Celîl û Keremê Seyat cih girtin. Her wekî fîlm yekem fîlmê kurdî ye, di nav yekem fîlmên bêdeng ên Sovyetan de jî cih digire. Kompozitorê ermenî yê navdar Alexandir Spêndiarov ji bo fîlmî dibêje di warê hunerî de fîlmekî baş e lê hêlên neyînî yên kevneşopiyên kurdan di fîlmî de hatine nepixandin.
‘Zerê’ tenê ne li Ermenistanê, li gelek deverên Komara Sovyetan hat nîşandan. Her wiha piştî dengdanê ji aliyê girseyên mezin ve hat temaşekirin. Fîlmê ku hê jî di sînemayên Ermeniyan de tê nîşandan dê di rojên pêş de li salonên sînemaya Abovyanê kurd bê nîşandan.
Piştî fîlmê Zerê duyemîn fîlmê kurdî di sala 1933’yan de bi navê ‘Kurdên Êzîdî’ hat kişandin. Fîlm jiyana keça kurd a mamosta Zînê vedibêje. Zehmetiyên ku dema Zînê mamostetiyê dike tên vegotin. Her wiha di sala 1959’an de senaryoya ji aliyê Ereb Şemo ve hat nivîsandin jî hat kişandin. Derhêneriya senaryoya ku li ser kurdan hatibû kişandin C. Jamharyan kiribû. Di fîlmên di dema Sovyetan de hatine kişandin de herî zêde jin cih digirin. Ev ne tesaduf e. Ji ber ku kurd di bin zextên siyasî de dimînîn û ev yek herî zêde bandorê li ser jinên kurd dihêle.
Ji ANF'ê hatiye girtin