Diyarname
Bi amadekirina Însiyatîfa Ronak li Şa Performansê gotûbêj û xwendina helbestan li dar ket. Nivîskar Çiya Mazî wekî axifger beşdar bû.. Çiya Mazî pêşî bi xwendina çîrokek dest bi bernameyê kir û paşê qala nivîskariya salên 90'î û metirsiya wê heyamê kir.
Çiya Mazî ku heta niha li ser folklorê gelek berhevkarî kiriye li ser vê xebata xwe sekinî. Ew li ser xebatên folklora kurdî, dûrikên herema Şemrexê sekîn û ji vê hin mînak dan. Li ser dûrikan Mazî wisa got: "Dûrik zêdetir foma Şemrexê ye. Li Botanê pêtir payîzok, heyranok hene, li deverên din berbûkan, dîsa wekî stranxwendin cure hene, lê meqama dûrik tenê li Şemrexê hene, taybet in, li cihek din min qeyd nekirin ev."
Çiya mazî li er xebatên gotinên pêşiyan û berhema ku wî derxistibû sekinî û ji van jî hin mînak da. Piştî pirs û bersivê, Mazî hin çîrok û helbest jî xwendin


