Diyarname
Îsal Ûkrayna di pêşbaziya stranan a Eurovisionê de bi ser ketibû. Welatê ku bi ser bikeve sala bê ji bo pêşbaziyê mazûvanî dike. Lê ger sala bê jî şer berdewam bike? Li ser vê yekê Yekîtiya Weşanên Ewropayê (EBU) ketiye nava hewldanê. Tê gotin pêşbazî dê li Îngilistanê li dar bikeve.
Pêşbaziya Stranan a Eurovisionê îsal 14'ê gulanê li Torinoya Îtalyayê li dar ket. Di pêşbaziya ku îsal 66'emîn car li dar ketibû de koma ûkraynayî bi strana xwe "Stefaria" bi ser ketibû. Koma ûkraynayêi Kaluş Orkestra 631 pûan girtin û bi vê bû cara sisêyan ku ÛKrayna di vê pêşbaziyê de bi ser dikeve. Û mafê mazûvaniya sala bê jî ket destê wan lê li Ûkraynayê di navbera wan û Rusyayê de şer heye. Li ser vê yekê tê gotin ku ger sala bê jî şer berdewam bike dê koma duyem ku koma îngilîz bû mazûvanî bike.
Ji televîzyona dewletê ya Spanyayê RTVE Manuel Perez Tornero ev îdîa anî ziman û got ku îhtîmaleke mezin e sala bê BBC dê pêşbaziyê biweşîne.
Wezîrê Çand û Enformasyonê yê Ûkraynayê Oleksandr Tkachenko gotiye ku di vî warî de pirsgirêka me nîn e.
Ji ebûyekê rayerade ji bo rojnamea îngilîz Metroyê gotiye ku bi awayekî guncav ewê 67'emîn pêşbaziyê lidar bixin û di vî warî de ligel hevkarên xwe diaxivin.


