Stenbol
Li gelek bajaran Tirkiyeyê û li bajarên kurdan 'dara mirazan' hate sazkirin û mirazên ku bajaran kirine diyar bûn.
Pentiyê li gelek bajaran 'dara mirazan' saz kir û ji bo li ser qûrdeleyan mirazên xwe binivîsi 90 hezar metre qurdele bikar anî û li temamê Tirkiyeyê 512 hezar miraz li ser van hatin nivîsin û di dawiyê de nexşeya mirazan a Tirkiyeyê derket holê.
Miraza bajarê herî mezin Stenbolê "eqş" e. Digel Stenbolê, Enqere, Bursa, Eskişehir, Edene û Antalyayê jî eşq daxwaz kir; bajarê Îzmîrê jî herî zêde "pere" miraz kir. Bajarên kurdan ên ên wekî Wan, Culemêrg, Şirnex, Bedlîs, Batman, Amed, Elezîz û bajarê Tirkiyeyê Manisayê miraza aştiyê kiriye.
Li gor rêjeyê, li Tirkiyeyê sedî 29'î miraza "eşq"ê, sedî 27 "pere", sedî 21 "tenduristî" hêvî kiriye. Her wiha sedî 9,5 hêviya "perwerdehî" û sedî 5 jî ji bo "aştî" miraza xwe aniye ziman
Ji Hurriyetê hatiye girtin