Diyarname
Pirtûka çîrokan a Sîdar Jîr "Dozteh Çirk" bi çapa xwe ya nû li pêşberî xwendevanan e.
Nivîskarê me Sîdar Jîr kurtedemek berê derbasî Weşanxaneya Zîz bûbû û niha pirtûka wî ya çîrokan "Dozdeh Çirk" bi çapa nû derket. "Dozdeh Çirk" 12 sala berê, di sala 2011'an de ji Weşanxaneya Lîs derketibû.
Di "Dozdeh Çirk"ê de neh çîrok hene ku çîrok be hev ve girêdayî ne.
Nivîskar Sîdar Jîr rojên 23 û 24'ê mehê li Fûara Pirtûkan a Amedê li standa Zîzê pirtûka xwe îmze bike.
Sîdar Jîr kî ye?
Nivîskar û çîroknivîskar Sîdar Jîr di sala 1980'yî de li Şemrexa Mêrdînê hatiye dinê. Li Zanîngeha Dîcle Fakulteya Perwerdehiyê xwendiye, li Zanîhgeha Anadolu Fakulteya Îqtîsadî Beşa têkiliyên Navneteweyî û li Zanîgeha Stenbolê Beşa Felsefeyê xwendiye. Di dema xwendekariya xwe de ligel hevalê xwe Deştî Rewşen fanzîna kurdî "Kulîlk" derxistiye. Heta niha edîtoriya rojnameya Azadiya Welat, kovarên wekî Kulîlka Ciwan, W, Rewşenê kiriye. Ji bilî van bi navê "Şemamok" û "Dergûş" demek kovarên zarokan derxist. Wî li Amedê li Akademiya Cegerxwîn di Beşa Ziman û Wêjeyê de dersên çîrok, werger û Dîroka Wêjeya Cîhanê da. Heta televîzyon hat girtin wî di Jiyan TV de bernameya "Lênûsk" amade û pêşkêş kir. Sîdar Jîr wekî qunciknivîskar di Diyarnameyê de dinivîse.
Pirtûkên wî:
- Ariya Giyanên Stewr, Çîrok, 2004, Weşanên Bajar
- Dozdeh Çirk, Çîrok, 2011, Weşanên Lîs
- Nasnameya Wêjeyê, Gotar, 2015, Weşanên Lîs
- Handa, Çîrok, 2018, Weşanên Lîs
- Şerm, Roman, 2021, Weşanên Lîs
Wergerên wî:
- Bi kurdî hezkirinê bide min, C.Ersoz, Çîrok, 2006, Lîs
- Diyariya Sersalê, O. Henry, Çîrok, 2013, Lîs
- Mêrikê lal, Sherwood Anderson, Çîrok, 2013, Lîs
- Mishefa Reş & Bextê Reş, Amed Gokçen, Lêkolîn, 2014, İstanbul Bilgi Universitesi
**
Nivîsên eleqedar:
- Pistepist, Auslander Beg û Di Morgê de
- Dozdeh Çirk; Teqlek e li çîroka kurmancî!


