Diyarname
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) li ser vîrusa nû ku niha ketiye rojeva dinyayê daxuyanî belav kir. WHO’yê got ku heta niha li 21 welatan vîrusa xuriya meymûnan* hatiye dîtin û 131 bûyer hatine diyarkirin.
WHO’yê li ser vê vîrusê çend agahî belav kirin. Va ne ew agahî:
- Bûyera yekem roja 7’ê gulana 2022’yan de derketiye holê.
- Heta niha Ewropa, DYA, Kanada, Avustralya, Danîmarka û Îsraîl jî di nav de li 21 welatan ev vîrus hatiye dîtin.
- Heta niha 131 bûyer derketine holê. 106 bûyerên bi şik hatine dîtin.
- Vîrus li derveyî bedenê mirovan bi biryar e. Li nav betanî, kinc û tiştên wisa de ber xwe dide, têk naçe.
- Nexweşî bi têkiliyên cinsî belav dibe. Li nav nêremoyan zêdetir xwe nîşan dide.
, Vîrus bi ser birîn an cihek terikî be re, ji bêngirtinê yan jî ji dev hu poz, ji çav dikare bikeve hundir.
- Yên ligel meymûn, mişk, simbolek di têkiliyê de ne vîrus derbasî wan dibe.
- Ji kincan an ji nivînan jî dikare derbasî mirovan bibe.
- Li bajarên qelebalix dikare vîrus bibe sedema gelek tiştan.
- Welatên endam dê çawa bikaribin bi ser vê bûyerê de bên nayê zanîn lê diyar e lazim e hê pir civîn li ser vê yekê bêne kirin.
- Ji bo niha derziya sorikê li hemberî vê viîrusa xuriya meymûnan sedî 85 bi bandor e.
*Têbinî: Îngiliziya vê vîrûsê "Monkeypox" e. Li gor gotina hin hêjan me wekî "Xuriya Meymûnan" bikar anî. Gar navek din jêre derê emê biguherînin. Heta wê çaxê emê di nûçeyên xwe de wekî xuriya meymûnan bikar bînin.