logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye
news-details

Li Premier Lîgê Şampiyon Manchester City ye

Hefteya dawî bû, tenê pûanek ferq hebû di navbera yekemîn û duyemînê de. 90 deqîqeyî dê encam diyar bikira û Manchester

  • Dîrok: 22/05/2022
  • Beş: Spor

Diyarname
Hefteya dawî bû, tenê pûanek ferq hebû di navbera yekemîn û duyemînê de. 90 deqîqeyî dê encam diyar bikira û Manchester City bû şampiyon.
Li Premier Lîgê maçan bi heyecan dest pê kir. Li Etihadê tîma Manchester City (MC) ji bo şampiyoniyê amade bû. Lê li hemberî wê Aston Villa hebû. Li ser jî teknîk dîrektorê wan Steven Gerard bû ku kaptanê berê yê Liverpoolê bû. Miheqeq wî dê bixesta City têk bibe û şampiyonî bide tîma xwe ya berê. Ev yek ji bo MC dezavantaj bû. Bi vî awayî maçê dest pê kir. MC’yê bi lez dest pê kir, hemû temaşevan li pişt bûn lê nekarî golê biavêje. Bi ser de jî di deqîqeya 37’an de ji Matty Cash golek xwar û nîv saetê pêşî bi 1-0 bi dawî bû.
ZINCHENKO Û GUNDOGAN MAÇ GUHART

MC bi guherandina lîstikvanekî dest bi maçê kir: Ji defansê Fernandinho derxist û Oleksandr Zinçenko yê ku lîstikvanê navika sehayê ye xist maçê. Vê yekê nîşan da ku tîm dixwaze bi ser bikeve.

MC bi êrîşan dest bi nîveka duyemîn kir lê Aston Villayê ber xwe dida. Guardiolayê di deqîqeya 56’an de Mahrez derxist û lîstikvanekî hê bi lez, hê êrîşkar Sterling xist sehayê. City li benda golê bû lê di deqîqeya 69'an de Coutinho golek din avêt û dengê hemû Etihadê, dengê temaşevanên City birî. City di nav zehmetiyê de bû, hêvî şikiya bû, yan jî divê sêrke bihata kirin.

Guardiola vê carê Bernardo Silva derxist û Îlkay Gundogan xist sehayê û her tişt piştî vê hemleyê dest pê kir. Gundogan di deqîqeya 76’an de bi serî li gogê da û hêvî xist dilê tîma xwe. Li Etihadê rewş guherî bû, heyecan carek din hatibû û bi rastî jî hat.
Bi ser vê gola yekemîn re hê du deqe derbas nebûbû Zinchenko gog şand derveyî sehayê ji bo Rodri û Rodri bi awayekî efsanewî lê da û encam kir 2-2. Bi ser vê re jî 3 deqe derbas nebûn, di deqîqeya 81’ê de vê carê kaptan Bruyne derket ser dikê. Bruyne bi kaptaniya xwe gog ajot, ket nava pêş sehayê û gog gindirand. Helbet li aliyê paş Îlkay Gundogan carek din got "ez heme": 3-2. Vê yekê têra City dikir. Lê golek bixwara hemû dinyaya wan dê xira biba.

Di deqîqeyên dawî de her City xweş ber xwe da, bi gogê lîst, gog parast, xwe parast, keleha xwe parast û 90 deqe xilas: Şampiyon Manchester City.

Bi firfiroka hakêm re temamê temaşevanan ketin nava sehayê, ligel lîstikvanan şampiyonî pîroz kirin. Li aliyê din Pep Guardiola bi firfirokê re wisa hestiyar bû û di cih de hêstirên wî hatin xwarê. Guardiola di cih de baz da hundir.
Piştî çend deqîqeyên ku temaşevan li nava sehayê man, anons hat kirin ku temaşevan herin cihê xwe, di cih de temaşevan çûn cihê xwe û seremoniya şampiyoniyê dest pê kir.
Li aliyê din Liverpool her çiqas li hemberî 

11 SALAN DE 6 ŞAMPIYONÎ

Şampiyonê Preimer Ligê Manchester City di sala 1880’ê de hatiye avakirin. Bi vê yekê City bû 8 caran di Premier Ligê de dibe şampiyon. Û ji van şampiyonan 6 şampiyonî di 11 salên dawî de girt. MC di salên 1936-37, 1967-68, 2011-12, 2013-14, 2017-18, 2018-19, 2020-21 û îsal di serdema 2021-22’yan de bû şampiyon.

HIN ÎSTATÎSTÎK

Îstatîstîkên City jî muhîm in. Berî vê maçê di 27 maçên dawî de tenê carek têk çûbû.  Di 11 maçên dawî de qet têk neçûbû

Ji roja ku Guardiola hatiye ser kar MC di hefteya dawî de qet têk neçûbû. Bi vê hêviyê hatibû vê maçê û dîsa bi vê hêviyê hefteya xwe bi dawî kir.

REKOR KET DESTÊ GUAORDIOLA

Teknîk Dîrektor Pep Guardiola jî paragrafekî heq dike: Guardiola piştî serketinên li Barselona û Bayer Munihê, di sala 2016’an de li City hat ser kar. Di van 6 salan de 4 caran tîm kir şampiyon. Bi vê rekor şikand. Li Premier Lîgê bi 4 şampiyoniyan ew teknîk dîrektorê biyanî ye ku herî zêde bûye şampiyon. Biyanî û yên îngilîz di nav de jî piştî Aleks Fergusson (13 caran) duyemîn teknîk dîrektore ku zêrde bûye şampiyon. 

LIVERPOOL, CHELSEA Û TOTTENHAM DIÇIN EWROPAYÊ

Li aliyê din Liverpool li hemberî Wolverhamptonê bi 3-1 bi ser ket lê serketina Ctiy nehişt tiştek biguhere. City bi 93, Liverpolê jî lîg bi 92 pûanan bi duyemînî temam kir. Chelsea bi 74 pûanan, Tottenhamê bi 71 pûanan lîg temam kir û sala bê de di Lîga Şampiyonan a UEFA’yê de bilîzin. Arsenal bi 69 phuanan 5 û Manchester United bi 58 pûanan wekî 6’emînê lîgê bilêthe çûyîna Lîga Ewropayê girt. West Ham United jî bi 56 pûanan di rêza 7’emîn de ma. Ew jî dê here Lîga Konferansê. 

BURNLEY ÇÛ

Di vê navberê de berî hefte dest pê bike ji du tîman Burnley û Leeds United bi 35 pûanan bû û ajarajê Burnley hebû lê dina ji bo Burnley negeriya: Burnley li mala xwe li hemberî Newcastle United bi 2-1 têk çû, bi ser de Leeds Unitedê li deplasmanê Brentfod bi 2-1 têk bir û Burnley ji lîgê ket. 

 

 

Nûçeya Eleqedar:
- Dilê Îngilistanê îro di Premier Lîgê de lê dide

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

news
  • 16 04 2026

Di Lîga Ewropayê û ya Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn

news
  • 14 04 2026

Li Bundesligayê cara yekê ye wê jinek tîmî bi rê ve bibe

news
  • 13 04 2026

Amedsporê ji kîsê xwe xwar!

news
  • 10 04 2026

Va ne 170 hakêmên li Kûpaya Cîhanê wê firfirokê pif bikin

news
  • 09 04 2026

Di Lîga Şampiyonan de salek balkêş li dar e

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Mîrateyeke baş li dû xwe hişt

ad

Helîm Yûsiv: Mirov hemû temenê xwe dide vê romanê

ad

Hemû mal û milkê Demirtaşî ev e

ad

BDP li benda alîkariya piştgirên xwe ye

ad

Va ne hemû çarîk fînalîst

ad

Hemû agahiyên îro (Nûçe her tê nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname