Diyarname
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand ku wan ji bo Ûkraynayê 9.1 mîlyar dolar pere kom kirine.
Leyen bi ser hesabê xwe yê twittirê re wisa got, “Îro ji bo kesên ji şerê dagirkirina Ûkraynayê û ji bo yên li nava Ûkraynayê me 9.1 mîlyar Euro pere an hev. Û hê zêdetir dê bê berhevkirin! Emê piştgiriya xwe bidomînin. Û dema bombe sekinîn ji bo ûkraynayî ji nû ve welatê xwe ava bikin emê piştgirî bikin.”
Leyen 8’ê vê mehê serdana Ûkraynayê kiribû û ligel Serokê Ûkraynayê Volodomir Zelensky hevdîtin saz kiribû. Leyen li wir jî wisa gotibû, *Ji bo ûkraynayiyan peyama min ev e, yên berpirsên vê wehşetê dê teslîmê edelatê bêne kirin. Şerê we şerê me ye jî. Îro ji bo ez bibêjim Ewropa ligel we ye ez hatima Kîevê.”