Diyarname
Du şaredarên MHP û AKP'ê fîlmê Mahsun Kirmizigil ê nû "Vezîr Parmagi" li navçeyên xwe qedexe kirin û nahêlin bê nîşandayîn.
Mahsun Kirmizigul ji piyaseya muzîkê tê. Piştî derxisina gelek albumên bi tirkî di sala 2007'an de bi kişandina fîlmê "Beyaz Melek" ket qada sînemayê. Wî paşê fîlmên "Guneşî Gordum”, “New York’ta Beş Minare” û herî dawî “Mucîze” kişand. Mahsun Kirmizigul niha bi fîlmê xwe "Vezîr Parmagi" derket pêşberî temaşevanan. Fîlm roja 25'ê vê mehê ket vîzyonê. Berî bikevi vîzyonê rojnameyên îslamî yên Tirkiyeyê êrîşê wî kirin, niha jî du şaredaran qedexe danîn ser fîlm.
Pêşî MHP'yî qedexe kir
Şaredarê Anamûra Mêrsînê Mehmet Ture ku ew bi xwe serbazekî malnişîn e û ji MHP'ê bûye şaredar ragihand ku ew fîlmê Mahsun Kirmizigul "Vezîr Parmagi" û fîlmên bi vî rengî nikarin bikevin Anamûrê. Li Anamûrê tenê salonek sînemayê heye ku ew jî girêdayî şaredariyê ye. Şaredar Ture got ku yên ku ji PKK'ê hez bikin, ji PKK'ê re nabêjin 'rêxistina terorê', yên dijî operasyonên dewletê bên, yên ku Komara Tirkiyeyê sûcdar bikin, ev hunermend û yên wekî wî dê gotinek wan jÎ hebe û ew dê nehêlin fîlmên van li Salona Sînemayê ya Şaredariya Anamûrê de bê nîşandayîn. Şaredar Ture di daxuyaniya ku li salona sînemayê da de wisa got: "Armanca me ew e em peyamek bidin. Ger hin alî girin, yê me jî aliyek me heye, em alî Dewleta Tirkiyeyê ne, Komara Tirkiyeyê ne, miletê tirk in. Lewra em dê fîlmê Mahsun Kirmizigul li Sînemaya Şaredariya Anamûrê nîşan nedin. Ne tenê ew, emê cih nedin hunermendên wekî wî jî."
Şaredarê AKP'yî jî qedexe kir
Li Kayserî jî Şaredarê navçeya Develî Mehmet Cabbar ku ji AKP'ê hatiye hilbijartin fîlm wekî "Dijî nirxên neteweyî û manewî" nirxand û li navçeya xwe qedexe kir.
Siyadê sansur rexne kir
Di vê navberê de Siyadê (Komeleya Nivîskarên Sînemayê) li ser vê qedexeya ser "Vezîr Parmagi" daxuyaniyek weşand diyar kir ku ev bi awayekî eşkere sansur e û li welatê me asta sansurê ku gihîştiye bi mînakek din nîşan dide. Siyadê wisa got: "Divê di cih de hemû astengiyên li pêşiya fîlm bêne rakirin, dawî li daxuyaniyên derhenerê fîlm hedef nîşan didin bê û em diyar dikin ku em dijî her cure sansurê ne."
Kunyeya fîlm:
Nav: Vezîr Parmagi (Tiliya Wezîr)
Derhêner/Senharyo: Mahsun Kirmizigul
Lîstikvan: Mahsun Kirmizigul, Selim Bayraktar, Ece Uslu, Yasemin Yalçin, Gulben Ergen, Meral Çetinkaya, Ali Surmeli, Peker Açikalin
Sala Kişandinê: 2017 Tirkiye
Mawe: 111 dq.


