Diyarname
Parêzvanê mafên mirovan Ragip Zarokolu û Prof. Dr. Buşra Ersanli jî di nav de 23 BDP'yî li Stenbolê hatin tewqîfkirin.
Serdozgeriya Stenbolê di çarçoveya operasyona li dijî KCK'ê de kesên ku ne KCK'yî ne jî digire. Di operasyona dawî de 50 kes hatibûn binçavkirin. Ji wan 3 kes duh hatibûn berdan û ewên din derxistibûn pêşberî dadgehê. Dadgehê, xwediyê Weşanxaneya Belge, nivîskar û parêzvanê mafên mirovan Ragip Zarakolû û endama Meclisa Partiya BDP'ê Prof. Dr. Buşra Ersanli jî têde 23 kes tewqîf kir. 23 kesên din jî hê îfadeyên wan tê girtin.
Parêzeran li hemberî biryarê reaksiyon nîşan da û bi çepiklêdanê biryara dadgehê şermezar kir.
14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi îdîaya Akademiya Siyasetî ya BDP'ê ji bo KCK'ê xebatkaran çêdike kesên girtine tawanbar dike.
Lîsteya kesên hatin girtin:
Endama MP'ya BDP'ê Prof. Dr. Buşra Ersanli, endamê LRN yê BDP yê berê Mustafa Avci, weşanger Ragip Zarakolu, perwerdekarê Akademiya Siyasetê ya BDP'ê Kemal Seven, xebatkara Ozgur Gundemê Songul Karatagna, nivîskarê Azadiya Welat Hasan Ozguneş, endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û helbestvan Mulazim Ozcan, Cîgira Serokê BDP'a Yalovayê Evrim Ozturk, Erdogan Baysal, İhsan Çelik, Ali Edebali, Husnu Taş, Medeni Demirkapi, Mustafa İpek, Muhsin Yeşilas, Zeki Elmas, Kemal Bilken, Burhanettin Toprak, Zekiye Ayik, Beril Botan Kahraman, Recep Karagul, Nizamettin Guneş, Nizamettin Açikça, Cuneyt Ozil, İrfan Zilaki, Suna Varsak, Kemalettin Gurfeyil, Sevim Er, Senar Şahin, Ugur Taşdemir, Ayşe Gunay, Buşra Beste Onder, Derya Aslan, Derya Guregen, Erdal Ozmaskan, Mustafa Polat, Mehmet Mesut Tanrikulu, Abdullah Tayboga, Ahmet Yilmaz, Evrim Ozturk, Cevdet İnce, Yasin Yakin, Birgul Arbaş, Omer Golge, Nizamettin Ozmen.