Diyarname
Polîsên dewleta Tirkiyeyê vê carê bi sedema "Operasyona di çarçoveya FETO" de bi ser rojnameya Cumhuriyetê de girtin. Cumhuriyet ku rojnameyeke Kemalîstparêz û dewletparêz e, di demên dawî de berê xwe dabû hikumetê û rexneyên giran lê dikir. Tê texmînkirin ku ev operasyon jî di vê çarçoveyê de hatiye kirin.
Di vê operasyonê de Gerînendeyê Weşanê yê Rojnameyê Murat Sabuncu li Stenbolê, Nûnerê Xwendevanan Guray Oz li Enqereyê hat binçavkirin. Her wiha der barê 18 kesan de biryara binçavkirinê heye. Ligel vê nivîskarên rojnameyê Hîkmet Çetinkaya, Aydin Engin, Kadri Gursel jî hatin binçavkirin.
Her wiha li mala Endamê Rêveberiya Weqfa Cumhuriyetê Akin Atalay, xêzkar Musa Kart û Mustafa Kemal Gungor jî hatine binçavkirin.


