Diyarname
Dadgeha Zagona Bingehîn (AYM) li ser Mebûsê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu biryar da. Dadgehê got mafê wî hatiye binpêkirin.
Parêzerên Gergerlîoglu serî li AYM'ê dabûn. AYM'ê di biryara xwe de got ku "mafê hilbijartin û xebatên siyasî hatiye binpêkirin" û "mafê ewlehî û azadiya şexs hatiye binpêkirin." Endamên dadgehê bi yek dengî di van her du xalan de biryar da.
Mebûsiya Mebûsê HDP'ê Gergerlîoglu hatibû betalkirin û roja 21'ê adarê hatibû girtin. Hê jî girtî ye.
Piştî vê biryarê divê ev biryar ji bo dadgeha ku Gergerlîoglu tewqîf kiriye re bişîne û pêre jî divê ew bê berdan.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Gergerlîoglu: Me ev dîmen salên 90'an de dîtin
- Mebûsiya Faruk Gergerlîoglu jî hat betalkirin