Diyarname Piştî erdeja 7.2'yan a Wanê yekemîn car BDP'yî û Wezîrên Dewletê ji bo erdhejê hatin ba hev û li ser meseleyê axivîn. Hevdîtin nêzî saetekê dom kir. Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay got ku li ser hevdîtinê dê kes agahî nede û wisa got: “Hûn dibînin rewşeke xweş li holê heye. Pêdivî bi gotina gelek tiştan tune ye.” Mebûsa BDP'ê ya Amedê Leyla Zana jî wisa got: “Hemû pirsgirêk ji ber nebûna diyalogê pêk tê.” şaredarê Wanê Bekir Kaya jî got ku em bi hev re bixebitin emê pirsgirêkan hel bikin. Piştî erdhejê rexneyên alîkarî û kon bi têra xwe nehatine belavkirin, bêkordînekirinek heye hatibûn kirin. Ev hevdîtin jî ji bo vê yekê li dar ket. Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîrê Karên Derve şdris Naim şahin, Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar, Wezîrê Xurek û Çandiniyê Mehdi Eker, Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervin Buldan, Mebûsê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, Mebûsê BDP'ê yê Wanê Nazmir Gur û Aysel Tugluk, Mebûsa BDP'ê ya Amedê Leyla Zana di hevdîtinê de amade bûn. Her wiha şaredarê Wanê Bekir Kaya, Waliyê Wanê Munir Karaloglu amade bûn.