STENBOL
Encamên 26'emîn Pêşbaziya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn. Îsal pêşbazî ji aliyê rojnameya Yenî Yaşam ve hat li dar xistin. 20'ê mehê rewşenbîrê kurd Musa Anter saet 11.30 de li cihê hatibû qetilkirin dê bê bîranîn û heman rojê saet 15'an de jî li ser gora wî ya li Tililiya Nisêbîna Mêrdînê bîranîn bê li darxistin. Merasima xelatdayîna pêşbaziyê jî 22'yê mehê saet 18'an de li TMMOB'a li Karakoya Beyogluya Stenbolê dê çêbibe.
Vane serketiyên pêşbaziyê:
BEŞA TIRKÎ:
Di beşa nûçeyên tirkî de, ji rojnameya Karinca Bekir Avci, bi nûçeya “Çanak Anten’den Wireless’a: Kurt illerinde degişen haber alma pratigi / Ji Antena Peykan heta Wirelessê: Li Bajarê kurdan pratika nûçegirtinê" bû yekemîn. Xelata Jûriyê ya Taybet a Nûçeyên Tirkî dan nûçegîhanê Arti Gerçekê Rifat Dogan; “Ji bo dosyayên kujer nediyar bişewitînin dişandin SEKA'yê" û nûçegîhanê Bîrgunê Ugur Şahîn “Bajarê Sakin ku rojê 300 kamyon derbas dibin; Trakya bi tevahî ji çavên xwe derxistine" xelat wergirtin.
BEŞA KURDÎ:
Di beşa nûçeyên kurdî de nûçegîhanê E-rojnameyê Zeynel Bulut bi nûçeya “Li Ser şopa dîrokê: Gundê Melekê Tawîs Tawîsî” Xelata Jûrîya Taybet wergirt.
BEŞA WÊNE:
Di beşa wêneyan de nûçegîhanê rojnameya Fersude Hayri Tunç û nûçegîhanê rojnameya Cumhuriyetê Vedat Arik bi wêneyên di çalakiya Dayikên Şemiyê ya Hefteya 700’emîn de kişandibûn xelata 1'emînî rgirtin.
Xelata Jûriyê ya Taybet a Wêneyan jî bi wêneyê êrîşa bombeyî ku 21 welatiyên sivîl li Efrînê jiyana xwe ji dest dan, dan nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Nazim Daştan
XELATA KARÎKATURAN:
Di beşa karîkatur de jî xelat dan 2 berheman. Jûrî xelat da karîkaturên Ozgur Evran û Beşir Geroglu.
XELATA NÛÇEYAN A JINÊ:
Di beşa nûçeyên jinê ya Gurbeteli Ersoz de nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Arjîn Dîlek Oncel, bi nûçeya “Li Bajarê Çadirî yê Telhamutê jin ji bo paketek şîr neçarî fihuşê dikin" xelat wergirt.
XELATA RÛMETÊ:
Îsal Xelata Rûmetê ya Jûrî dan Dayikên Şemiyê ku ev bi ser 700 hefteyan e çalakiyan li dar dixin û daxwaza agahiyên ji xizmên xwe dikin.