Diyarname
Biletiks li Tirkiyeyê saziyek e ku bilêtên çalakiyên hunerî difroşe. Grup Yorumê îdîa kir ku Biletiksê biryar daye ku bilêtên wan nefroşe. Li ser vê yekê di cîhana sanal de boykotkirina kirîna bilêtan a ji Biletiksê hate kirin.
Li ser vê yekê Biletiksê ragihand ku li ser firotina bilêtên konserên Grup Yorumê tu ambargobeyek wan tune ye ew niha di rewşa nirxandina biryarê de ne.
Rastiya bûyerê wisa ye: Grup Yorum wekî hemû koman li her derê Tirkiyeyê konseran dide. Di heman demê de bilêtên xwe jî digel cihên firotin bi ser Biletiksê re jî difroşe. Lê di van demên dawî de pirsgirêk derketiye. Bi awayekî veşarî ambargoyek. Piştî bûyer di çapemeniyê de derket Biletiksê daxuyaniya, "Em dinêrin li hemberî firotinê tu astengiyeke hiqûqî heye yan na û li gor vê yekê emê biryara xwe bidin." Bi gotineke din ambargo heye lê ji ber tirsa dê zirar li ticareta we bikeve, Biletiksê daxuyaniyeke wisa da. Li Tirkiyeyê gelek caran rewş ji hiqûqî wêdetir siyasî dimeşe, ev rewş jî hinek wisa dixuye.


