Diyarname
Di çarçoveya 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî de paneleke bi navê "Gelo di Serdema Klasîk de Perwerdeya bi Zimanê Kurdî Hebû?” li dar dikeve.
Panela ku ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (ÎBV) ve tê li dar xistin prof. Abdurrahman Adak wekî axifger mêvan e.
Panel 22'yê mehê (roja sêşemê) saet 18,30 de li ÎBV'ya li Beyogluya Stenbolê lidar bikeve.
Abdurrahman Adak Kî ye?
Abdurrahman Adak di sala 1975'an de li Hezexa Şirnexê hatiye dinyayê. Perwerdeya xwe ya bilind li Zanîngeha Ankarayê di qada edebîyata tirkî ya îslamî de qedand (2006). Piştî ku li Zanîngeha Dicleyê di heman qadê de wekî vekoler xebitî (2002-2009) bi mebesta avakirina beşa kurdî derbasî Zanîngeha Mardin Artukluyê bû (2009). Ji wê demê ve di beşên ziman û edebîyata kurdî û ziman û çanda kurdî yên zanîngeha navborî de wekî mamoste û rêveber dixebite. Unwana doçentiyê ji edebiyata tirkî ya îslamî (2013) û kadroyên doçentî (2013) û profesoriyê (2019) jî ji ziman û edebiyata kurdî wergirt. Xebatên wî yên akademîk zêdetir di qada edebîyata kurdî ya klasîk de ne.
***
Ji bo ROJA ZIMAN nûçeyên eleqedar:
- Egîtîm-Sen: Bila astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî bêne rakirin
- Platforma Kedê ji bo ziman bang kir
- Çalakiyên ji bo Roja Ziman dest pê kirin
- Li Amedê çalakiyên ji bo Roja Ziman
- Çend baro Roja Ziman pîroz dikin (Bernameya Batman û Mêrdîne)
**
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com


