Palin kirin amûra condoman jî!
Diyarname
Li DYA'yê ji bo hilbijartina hindik ma lê berendam ji niha de bûne sembolên amûran. Yek jê jî condom e.
Li Qada Timesê ya Manhattanê dikanên ku amûrên xelatê difroþin camên xwe bi wêneyên berendamên serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xemilandine. Wêneyên berendam McCain û Obama her wiha wêneyên cîgirên wan jî bûne sembol ji bo amûrên xelatan. Li ser tîþortan, çende û þewqeyan: li ser qedeh û gelek tiþtên din wêneyên wane hate bi cih kirin, yan jî navên wan li amûran hatiye kirin. Bi vê yekê jî ew amûr bi eleqeyeke baþ re rû bi rû ne. Hem bala tûrîstan dikiþîne, hem pir têne firotin. Yek ji tiþtên herî zêde balê dikiþîne jî condom (prezervatîf) e. Wêneyê berendam Obama û McCain, wêneyê cîgira berendamê Komarparêzan a Sarah Palin û wêneyê cîgirê berendamê Demokratan Joe Biden li ser paketan condoman dane û ev condom gelek balê dikiþînin.
Ticarên li Qada Timesê diyar dikin ku amûrên ku wêneyên berendaman û cîgiren wan li ser e ev mehekê ye gelek têne firotin.
Hilbijartina ji bo serokatiya DYA'yê dê 4'ê sermawezê de li dar bikeve.