• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Nûçe

Demîrtaþ: Dengên BDP’ê ji sedî 10 zêdetir in

Dîrok : 07 10 2012 | Beþ :

Nûçe

Maxime Azadi

Navenda Nûçeyan - Partiya Aþitî û Demokrasiyê (BDP) di 14’ê cotmehê de kongerya xwe pêk tîne. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaþ da zanîn ku li hemberî hemû zext û girtinan her ku diçe desteka ji bo partiya wan zêdetir dibe û got; “Li gorî me dengên (ray) me ji sedî 10 zêdetir e.”

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaþ piþtgiriya hilbijêran a ji bo partiya wan a ku kongreya wê nêzîk dibe û bi hezaran endamên wê di girtîgehan de ye, agahî da ANF’ê. Demîrtaþ diyar kir ku ji nûkirina kadroya partiyê zêdetir, ev kongre dê ji bo temamkirina cihê kadroyên hatine girtin û kêmaniyê ku çênbûne, be.

Demîrtaþ got; “Ne ku ji ber ku hevalên girtî an jî rêveberiya partiyê ne serkeftî ye. Ev kongre dê ji bo bersivê bidin operasyonên qirkirina siyasî bê lidarxistin” û got ku ji bo bikevin rêveberiya partiyê ji gelek cihan ji wan re serlêdan tên.

56 ENDAMÊN PM’YÊ DI GIRTÎGEHAN DE NE

Meclîsa Partiyê (MP) ji 120 endaman pêk tê. Nêzîkê nîv endamên Meclîsê ango 56 endam ji vana di girtîgehan de ne. Ji vana 6 parlementer, bi dehan þaredar, her wiha zêdetirê 200 hilbijartiyên BDP’ê, bi giþtî bi hezaran endamên aktîf ên BDP’ê di encama operasyonên ji aliyê hukûmeta AKP’ê ve tê pêkanîn hatine girtin û di girtîgehan de ne. Demîrtaþ dibêje “8-9 hezar hevalên me girtî ne.”

Demîrtaþ got; “Di kongreyê de gotûbêja xet û bîrdozî nayê nîqaþkirin” û wiha domand; “Ev kongre kongreya teqwiyeyê ye.” Demîrtaþ wiha got; “Ev kongreya wezîfeyên li pêþiya me, xurtkirina hêz û rêveberiya partiyê ye. Kongreya biryardariyê ye. Ligel van operasyonên qirkirina siyasî di partiya me de tu reþbînî, belavbûnek çênebû û rê li ber binketinê venekir. Kongreyeke ku dê ji bo hemû dost û dijiminan bibe bersiv. Gelê me jî li her derê vê kongreyê ji nêzîk ve diþopîne. Eleqeyek baþ ji bo civînên me yên herêmî hene. Em ê bi coþ û heyecanek mezin rêya xwe bidomînin.”

DIVÊ HER KES DAXWAZA WEZÎFEYÊ BIKE

Demîrtaþ diyar kir ku serlêdanên girtina wezîfeyê yên ji bo partiya wan wana “keyfxweþ dike” û ev bang kir: “Ez careke din banga eleqeya ji bo kongreya me û piþtevaniyê li gelê me dikim. Ji bo divê her kes ji bo di BDP’ê wezîfe bigire û eleqeyek baþ nîþanî kongeyê bide. Divê hemû hêz û derfetên xwe li cem partiya xwe bin. Divê her kesê ku bikare di meclîsa partiyê, meclîsên ciwan, jin û xebatên din de peywir bigirin, serlêdan bikin û daxwaza wezîfeyê bikin. Ji ber ku ker kesek dikare di partiya me de, di komîsyonan de, di navenda partiyê dike kare bike.”

BDP’ê ji bo kongreyê hema bêje ji hemû herêmên cîhanê re vexwendiname þand. Di serî de Baþûr, Rojhilat Û Rojavayê Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîka û Amerîkaya Latîn, ji gelek welatên cîhanê dê beþdarî kongreyê bibin.

BEÞDARBÛNA PARTIYÊN KURDISTANÎ GIRÎNG E

Demîrtaþ got; “Ger hemû beþdar nebin jî dê peyamên piþtgiriyê biþînin” û got ku wana vexwendiname ji Serokomarê Iraqê Celal Talebanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re þandine.

Demîrtaþ ragihand; “Heta niha der barê beþdarbûna kongreyê de ji Birêz Talebanî û Birêz Barzanî tu peyamek ji me re nehatiye” û wiha domand; “Helbet eleqeya ku PDK, YNK, tevger û partiyên din ên Kurd dê nîþanî kongreya partiya me bidin, ji bo yekitiya neteweyî jî pir girîng e û ev yek di heman demê ji bo moral û motîvasyona gelê Kurd pir girîng e.”

Selahattîn Demîrtaþ da zanîn ku nêzîkatiya li hemberî kongreyê ya partiyên Kurdistanî ji bo wan pir girîng e û got; “Ji wana ji bo kongreya me daxwaza eleqe û piþtevaniyek cidî hêvî dikin.”

DENGÊN BDP’Ê JI SEDÎ 10 ZÊDETIR E

BDP destnîþan dike ku li hemberî hemû zext û girtinan desteka ji bo partiya wan zêdetir dibe. Piþtî ku tevgera siyasî ya Kurdan di sala 2009 de, di hilbijartinên herêmî de serkeftinek mezin bi dest xist, li rastî êrîþ û zextên hukûmeta Tirk hat. Di dîroka komarat Tirk de yekem car ewqas mirov bi hev re hatin binçavkirin û girtin.

Demîrtaþ rêjeya dengên BDP’ê nirxand û got; “Bi ya me rêjeya dengên me ji sedî 10 zêdetir e” û wiha domand; “Lê hin þîrketên anketan ên AKP’ê hewl didin van rastiyan veþêrin.” Demîrtaþ destnîþan kir ku þîrketa anketan a Adil Gur Þîrketa Lêkolînê ya A&G rêjeyek nêzî rêjeya rast e.

GUMANA ME YA JI BENDA HILBIJARTINÊ TUNE YE

Hevserokê BDP’ê Demîrtaþ got; “Bi taybet þîrketa A&G nîþan dide ku partiya me gihiþtiye ji sedî 9. Lê em dizanîn ku rastî ji vê yekê zêdetir e.”

Demîrtaþ wiha got; “Tu gumana me ya benda hilbijartinê tune ye. Lê dîsa jî ji bo benda hilbijartinê dabikeve, em ê her tim helwesta xwe ya rêgezî bidomînin.” Demîrtaþ destnîþan kir ku li aliyekê dengên BDP’ê zêde dibin û li aliyê din jî li bajarên Kurdan dengên AKP û CHP’ê kêm dibin û da diyarkirin ku rêjeyek zêde ya dengên AKP’ê derbasî BDP’ê dibin.

Ji ANF'ê hatiye girtin


 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Buldan û Sancar li ser perwerdehiya kurdî û nasîna nasnameyê sekinîn

Buldan û Sancar li ser perwerdehiya...

03 07 2022

Þêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn

Þêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn

29 06 2022

Demirel: 1932’yan de li Ermenistanê 35 dibistanên kurdî hebûn

Demirel: 1932’yan de li Ermenistanê 35...

25 06 2022

Sadînî: ’Mîrnameya Hekarîyan’ ne behsa mîrekiyek, behsa dewletek dike

Sadînî: ’Mîrnameya Hekarîyan’ ne behsa...

25 06 2022

Ev jî hene

'Bila kurdî bi awayekî fermî bê qebûlkirin'

'Bila kurdî bi awayekî fermî bê qebûlkirin'

01 02 2021

Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dê hilbijartin li dar bikeve

Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dê hilbijartin li dar bikeve

28 07 2017

Li herêmê roja duyemîn jî dibistan vala man

Li herêmê roja duyemîn jî dibistan vala man

21 09 2010

TEV-DEM'ê qedexeya li ser Salih Muslim þermezar kir

TEV-DEM'ê qedexeya li ser Salih Muslim þermezar kir

23 10 2013

Îran li ser sînor û li nav sînorê Baþûr kelehên leþkerî ava dike

Îran li ser sînor û li nav sînorê Baþûr kelehên leþkerî ava dike

04 08 2011

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

HÎÇ, MATEMATÎK Û HELBEST

Çorê ARDA

Cemil Oguz

‘Her tiþt xweþ e’?

Cemil Oguz

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

Konê folklorîzmeke empresyonîst

Çorê ARDA

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname