Diyarname
Di 24 saetan de mirov dikare çend nûçeyên nexweş bixwîne? Yek, didu, sê? Çend? Va ne di 24 saetan de 3 ji wan nûçeyên nexweş...
TURGAY DENÎZ MIR
Girtiyê bi navê Turgay Denîz 39 salî bû, girtî bû û ev 12 sal in li girtîgehê bi tûpê nefes digirt, bi tûpê dijiyan. Ligel vê yekê jî nedihat berdan. Rewşa Denîz xirab bû û ew rakirin Nexweşxaneya Nexweşiyên Singê ya Surreya Paşaya Stenbolê. Denîz roja 2’ê mehê mir.
KÊZIK LI NAV XWARINÊ NE
ÎHD’ya Îzmîrê li avahiya xwe daxuyanî da çapemineyê û got ku li girtîgehan di nav xwarinên girtiyan de qûm, kêzik, mîx, mû derdikevin. Komeleyê got ku divê mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin.
KARESATA 16 KOÇBERAN
Li derdora Mandakoru ya gundê Paşakoya Îpsalaya Edîrneyê 22 koçberan dixwestin herin Yewnanistanê. Ji wan 16 jê qedisîn û mirin. Li aliyê din gotin ku kincên kesên mirin tunebûn.


