Diyarname
Bi organîzeya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li Îzmîrê konsereke kurdî lidar dikeve.
Konsera ku wê 20'ê pûşperê li Sehneya Servekirî ya Fûara Îzmîrê li dar bikeve de dê hunermend Mehmet Atli, Rojda û Koma Rewşen cih bigirin.
Bilêtên konserê bi 10 TL'yan têne firotin û yên ku bixwazin dikarin ji NÇM'ê bilêtan bi dest bixin.


