Diyarname
Duh êvarê li Çekyayê maça di Lîga Ewropayê hebû ku di navbera Victorien Plzen û tîma tirk Fenerbahçeyê de bû. Berî maçê alîgirên Plzen pankarta li ser "Divê bi tirkan re şer bê kirin" vekirin.
Maç bi 0-0'ê bi dawî bû. Piştî hin reaksiyonên li hemberî pankartê klûbê daxuyanî da û got, "Ev gotin raste rast ji gotina pirtûka 'Leşkerê Şêr Şvayk' hatiye girtin. Dema dibêje bi tirk re şer bê kirin, nabêje em dijî tirkan in, dibêje ligel tirkî şer. Bi awayekî henekwarî hatiye bikaranîn, ne şer. Ev gotineke ji pirtûkê hatiye girtin. Divê zêde li ser neyê sekinîn."
"Leşkerê Şêr Şvayk"
Pirtûka "Leşkerê Şêr Şvayk" ji aliyê Jaroslav Hasek ve hatiye nivîsandin û cara pêşî di sala 1921'ê de hatiye weşandin. Pirtûka ku wekî romaneke mîzahî û rexneyî ye heta niha ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin.
Navê pirtûkê ê orjînal "Osudy dobrého vojáka Švejka za světové války" e ku tê wateya "Bîranînên Leşkerê Baş Şvayk ên di Şerê Cîhanê ya Yekemîn de ku nikare ji wan bireve."
Nivîskarê pirtûkê Jaroslav Hasek yek ji navdartirîn nivîskarên Çekyayê ye.


