Diyarname
Li Amedê dixwazin li ser navê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli daristaneke çêbikin. Li hemberî vê yekê vê êvarê li twitterê taga #AmedYaMeYe hat vekirin û di kurtedemê de bi sedar twît hatin belavkirin.
Li hemberî navenda bajêr girekî bi navê "Kirklar Dagi" heye ku li Amedê navdar e. Niha dixwazin li wê derê li ser navê Bahçeliyê serokê partiya nijadperest daristanê vekin. Saziyên sivîl û gelê Amedê dijî vê yekê ye. Di twittirê de jî xelk dij derket.


