Diyarname
Komîteya Amadekar a Newroza îsal ji bo 17'ê mehê serî li Walîtiya Stenbolê dabû lê walîtî destûr neda. Paşê biryar hat dayîn ku navçeyên HDP'ê li gelek navçeyan pîrozbahiyan li dar bixin lê di vê navberê de hewldanên komîteyê ji bo Newrozek mezin jî dom dikirin. Û encam vê sibê derket: Walîtî ji bo Meydana Kartala Stenbolê destûr da. Di dawiyê de Stenbol sibê (21'ê mehê) li Kartalê di navbera saet 11 û 15'an de bi diruşma "Emê bi ser bikevin" pîrozbahiyê li dar bixe.