Diyarname
Fîlmê Huseyîn Karabey “Gitmek” ku bi sansurê re rû bi rû bi, SIYAD’ê piştgirî dayê û sansur rexne kir.
Li Swîsreyê Festîvala "Culturescapes-Turkei" bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê yê Tirkiyeyê li dar dikeve. Di festîvalê de fîlmê “Gîtmek” (Çûyîn) ê derhêner Huseyîn Karabey ku li ser evînê tirkek û kurdekî ye ji bernameya festîvalê hate derxistin. Rêveberekî bernemayê li ser derxistina fîlm ya ji bernameyê wisa got: “Burokratekî Wezareta Tirkiyeyê gotin ‘Keça tirkek çawa evîndarê kurdek dibe’ û em tehdît kirin ku dê piştgiriya aborî ya ku daye festîvalê bi paş ve bikişîne.”
Festîval 1’ê vê mehê dest pê kir û heta dawiya me li dar e.
Li ser sansura ser fîlm SIYAD’ê (Yekîtiya Nivîskarên Sînemayê) daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku digel ku bi tehdîna bi paş ve kişandina piştgiriyê fîlm ji ber nameyê hatiye derxistin lê salonên sînemayê biryar girtine ku fîlmî çawa di bernameyê de bûye bi vî rengî nîşan bide.
Bila Wezîrê Çandê bikeve nav tevgerê
Siyadê wisa got: “Nêzîktêdayîna burokratê ji wezarekê mînaka nêzîktêdayîneke kêfî ye ku her ku diçe sansur zêde dibe. Em wekî SIYAD’ê ji zêdebûna mînakên sansurên ên bi vî rengî biguman in. Em bang li Wezîrê Çand û Turîzmê yê Tirkiyeyê Ertugrul Gunaş dikin ku pêşî li hewldanên bi vî rengî bigire.”
“Gitmek” digel ku ji bernameyê hat derxistin jî sînemayên li Basel, Zurich û Bernê biryar dan ku li hemberî sansurê dîsa fîlmî nîşan bidin. Sînemagerên xwedî salonên gotin “Me ji malper û rojnameya festîvalê bihîst ku fîlm ji bernameyê derxistine lê emê fîlmî nîşan bidin.” Li ser vê yekê di 19-26’ê mehê li Baselê, 20-21’ê mehê li Zurihê û 22-23’yê mehê jî dê li Bernê fîlm bê nîşandayîn.
‘Gitmek’ li Frankfûrtê hatibû nîşandayîn
Ev sansura li ser Gitmek di heman demê de hin nakokiyan jî nîşan dide. Wezareta ku vê yekê sansur dike di heman demê de berê gelek caran piştgirî daye vî fîlmî. “Gitmek” ji bo beşdarî Festîvala Fîlman a Tribeca ya li New Yorkê bibe piştgirî ji wezaretê girtiye. Dîsa wezaretê wekî gelek fîlmên li Tirkiyeyê hatine kişandin ên serketî, kopyaya îngilîzî ya vî fîlmî jî kiriye û xistiye arşîva xwe. Her wiha di nav 20 fîlmên ku Tirkiyeyê birin Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê û nîşan dan de “Gitmek” jî hûbe.
Sansura li katalogê
Di festîvala “CultureScapes” de ne tenê fîlm, nivîsên hin nivîskaran re bi sunsarê re rû bi rû man. Li gor nûçeya Tages Anzeiger sê nivîsên aîdê rojnamegerên ku li Tirkiyeyê dijîn ji kataloga festîvalê hatine derxistin û li ser sedema derxistina nivîsan tu agahî nehatine dayîn. Sansura li festîvalê di nav çapemeniya Swîsreyê de gelek deng veda.
Wekî notek: "Gitmek" di 14'ê vê mehê li Tirkiyeyê dikeve vîzyonê.


