Diyarname
Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî ji bo bîranîna hunermend Meyremxanê lidar dixe.
Calakiya bîranîna ji bo Meyremxanê roja 11 sermawezê dê li Stockholm ABF Husetê li dar bikeve.
Hunermend Meyremxan di sala 1904'an de hatiye dinê. Meyremxan ku yek ji hunermendên navdar a muzîka kurdî le digel Mihemed Arifê Cizîrî û gelek hostayên din stran straye. Meryemxan yekemîn hunermernda kurdan e ku deng û stranên wê bi tomarkirina qewanê hatiye parastin.
Pirtûkxaneya Saradistribution li ser vê qewanê wisa dibêje: "Ev qewana ciwan a mêjûyî ya dengbêja kurd a bi awaz û stranên kurdî ya bi nav û deng, ku bi amûrên keman û ûd, ku di gel Koma Taxt hatiye amadekirin û strana wê ya herî naskirî 'Domam' têde ye, li van rojên çûyî hat dîtin." (Yên ku bixwazin vê bi dest bixin dikarin bi Saradistnibution re bikevin nav têkiliyê)
Meryem Xan, sala 1949'an li Bexdayê di nav feqîrî û rebeniyeke mazin de koça dawîn kir û li pey xwe gencîneyeke bêhempa ya awaz û muzîka kurdî hişt.
Di vê çalakiya ku dê li dar bikeve de Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî, ji bo muzîkhezên kurd derfetek ji bo guhdarkirina naveroka vê qewanê pêşkêş dike. Ev qewan wê li ser gramafonek ji sala 1930'yî her wekî di zamanên berê bihê guhdarkirin
Barnameya bîranîna Meryemxanê wisa ye:
- Yekemîn qewana hunermenda kurd: 'Domam' wê li ser gramafonek ji sala 1930'yî her wekî di zamanên berê bihê guhdarkirin
- Pêşkêşiya agehiyên komkirî yên li ser huner û jiyana Meryem Xanê bi Power Point'ê
- Peşangeha tibabek qewanên kurdî yên çend dengbêj û hunermendên herî naskirî yên kurdan, li ber çav were raxistin:
CIH: ABF Huset (Sveavägen 41 - Stockholm)
DEM: 12.11.2011 (Şemî, 10:00 - 16:00)
Ji bo kesên eleqedar agahiyên berfirehtir:
info@saradistribution.com,


