Diyarname
Li Nepalê roja 26'ê mehê pêşî erdherik çêbû û bi sedan kes mirin. Dûre bendava çêbûbû bû sedema zirarê.
Li ser sînorê Nepal-Çînê erdherik çêbû. Ev erdherik ku ji cemed û parçeyên zinaran pêk dihat di saetê de bi leza 180 kîlometreyê diherikî û her tişt dida ber xwe. Ev herikîn 20 kîlometre dom kir û li dû xwe kavileke mezin hişt.
Li gor agahiyên pêşî bi ser 480 kesî re mirine, nêzî hezar kesî winda ne. Tê gotin ku piraniya yên winda tûrîstên ku çûbûn wê herêmê ne.
Piştî erdherikê gelek qirş û qal hatin ser hev, ji van goleke wekî bendavê çêbû. Lê ev 'bendav' jî teqiya û avê der û dor da ber xwe. Ji ber vê rayedaran xebata rizgarkirina mirovan jî da sekinandin û got, "Ber bi bilindahiyan ve birevin."
Ev gola wekî bendavê ku çêbûbû li herêma Jilong a Shigatseyê bû ku 150 metrej dirêj çêbûbû û dor 40-50 metre kûrahî lê çêbûbû. Rayedaran got ku di navbera 1,5 û 2 mîlyon metrekûpî de av lê hebû. Ev yek tê wateya bi qasî 200 heb hewzên olîmpîk.
Rayedar dibêjin, 1'ê rezberê di warê barîna baranê de dibe roja herî xeternak be û hişyarî didin.


