Diyarname
Kompaniya lêkolînê Metropoolê encama anketa xwe ya vê mehê eşkere kir. Li gor Metropolê dengên HDP'ê sedî 11,9 in.
Xwediyê kompaniyê Ozer Sencar encama anketa xwe belav kir. Ji 28 bajaran ligel 1514 kesî anket hatiye çêkirin. Di navbera 11-15'ê mehê de anket hatiye çêkirin û Sencar anket ji ser hesabê xwe yê tora civakî re belav kir.
Di anketê de sedî 11.1 kesên bê biryar hene. Sedî 9.9 yên ku dê protesto bikin hene û sedî 4.9'î jî bersiv nedaye.
Di encamê de dengên kesên bêbiryar jî li partiyan hatiye belavkirin û encam wisa derketiye:
- AKP: Sedî 32,3
- CHP: Sedî 27.4
- Îyî Partî: Sedî 14.2
- HDP: Sedî 11.9
- MHP: Sedî 5.3
- Deva: Sedî 2,6
- Memleket Partisi: 1,6
- Saadet: 1,5
- Gelecek: 1,1
- Ên din: 2,3


