Diyarname
Îsraîlê bi ser Girtîgeha Evîn a li Tehrana Îranê de bombe barand. Îranê heta niha gelek kurd li vê Girtîgeha Evîn îdam kiribûn.
Şerê Îsraîl û Îranê di roja 11'an de didome. Herî dawî ÎsraÎlê bombe bi ser vê girtîgehê de barand. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar di X'ê de dîmena li ser vê bombebaranê belav kir.
Di dîmenê de diyar dibe ku deriyê ketin-derketinê yê girtîgehê tê bombekirin. Der barê birîndar an mirinan de tu agahî nehatiye belavkirin.
Dewleta Îranê jî li ser vê hê tu agahî belav nekiriye.
Girtîgeha Evin wisa girtîgehek e ku ligel kurdan, rojnameger, parêzvanên mafên mirovan, girtiyên siyasî lê diman. Li vê girtîgehê heta niha bi dehan kurd hatin îdamkirin.


