Diyarname
Wezareta Perwerdehiya Herêma Kurdistana Federe roja 13'yê mehê biryar da ku destana Dewrêşê Evdî ji nav pirtuka perwerdehiyê bê derxistin.
Destana Dewrêşê Evdî destaneke kevnare ya kurdan e. Heta niha li gelek herêman versiyonên wê yên cuda hatibûn çapkirin. Li Başûr jî ev destan di nav pirtûka dersê ya pirtûka wêjeyê de bû. Xwendekarên pola 10'an ev destan dixwendin lê niha ev destan ji nav pirtûkan tê derxistin. Wezareta Perwerdehiyê ev biryar girt. Bi biryara Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd Salih destan dê di çapên nû yên pirtûkê de cih negire.
Wekî sedem tişt têne gotin. Tê gotin ku destan "metirsiyê ji bo ewlehiya herêm û civakê çêdike" lê nehatiye gotin ku ev metirsî tiştek çawa ye. Hin dibêjin "di vê versiyonê de li dijî dînê Mihemed gotin hebûne", îslamîstên tundiraw bertek nîşan dane, loma wezaretê jî ev biryar girtiye. Yên îdîa dikin ku "ji ber êzîdîbûna destanê" jî hene
BI MUZÎKÊ DESTAN
Li Bakur, Başûr û Rojava versiyonên vê destanê hene û hatine çapkirin. Li aliyê din heta niha gelek hunermendên kurd ev destan xwendine û pêşkêş kirine. Li Rojava ev destan bi dengê Bakî Xido belav bûbû. Li Bakur di serî de Şivan Perwer, Delîl Dîlanar, Dengbêj Gazin, gelek hunermendî ev destan xwendibû.
PIRTÛKÊN DERKETINE
Li Bakur gelek kesî ev destan wekî pirtûk belav kirin. Hin ji wan ev in: Eyup Kiran bi navê "Dewrêşê Evdî, Kulîlka Bilbizêk û Rim" (Weşanên Nûbihar) ev destan bi kurdî çap û belav kiribû. Ronî War (Weşanên Ava) ev wekî roman amade kiribû û belav kiribû. Omer Uluçay (Weşanên Do, Weşanên Dîwar) hem bi kurdî hem bi tirkî destan çap kiribû. Bawer Firat jî bi navê "Devrêş û Adûle" pirtûk kiribû roman (Weşanên Yurt) û bi tirkî belav kiribû.
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com



.jpg)