Diyarname
Stada nû ya Amedê yekem car ji bo Amed Sporê mazûvanî kir. Di maça yekem de Amed Sporê Bodrum Belediye Spor bi 3-0'ê têk bir.
Stada Amedê ya nû par temam bû. Li stadê cihê 22 hezar temaşevani heye. Îsal ji serdema nû ve Amed Sporê dixwest li stada nû bilîze. Her serîlêdana Amed Sporê bi sedemên cur bi cur bi paş ve hatin xistin. Di dawiyê de vê hefteyê destûr hat dayîn û Amed Sporê maça xwe ya yekemîn li stadê lîst. Bi ser deh hezar kesî re li maçê temaşe kir. Maç bi piştgiriya temaşevanan, bi êrîşên Amed Sporê dest pê kir. Amed Sporê di deqîqeya 25'an de encama vê keda xwe girt: Nezîr Ozer bi serê xwe li gogê û tîma xwe bi 1-0 derxist pêş. Nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de birayên Îstemî derketin qodê: Di deqîqeya 67'an de Muhlîs Îstemî de ji dêvla Ercan Çapar beşdarî maçê bû û piştî vê bi 2 deqîqeyan gola xwe avêt: 2-0.
Û di deqiqeya 79'an de kaptanê tîmê Mehmet Siddik Îstemî şikil da maçê: 3-0.
Her du bira Muhlîs û Siddik Îstemî hefteya borî di maça GazîantepSporê de jî gol avêtibûn. Di wê maçê de Amed Spor bi 4-0 bi ser ketibû.
Bi encama îro Amed Spor di Lîga 2'yemîn Koma Spî de bi 21 pûanan derket rêza 9'an.