logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!
news-details

Di çîroknûsîya kurdî de pêl û Nûredîn Zaza

15’ê Çileyê 1919’an rojbûna çîroknûsê Kurd Nûredîn Zaza ye. Ew li Madena Xarpêtê hatiye dinê û bi navê Yusuf Ziya dest b

  • Dîrok: 16/01/2020
  • Beş: Serbest

YAQOB TILERMENÎ

15’ê Çileyê (Rêbendana) 1919’an rojbûna çîroknûsê kurd Nûredîn Zaza ye. Ew li Madena Xarpêtê hatiye dinê û bi navê Yusuf Ziya dest bi jiyanê kiriye. Wî bi navê Nûredîn Zazayê siyasetmedar, nivîskar, zimanzan û dîroknas sedsalek di ser bûyîna xwe ya li Bakurê Kurdistanê re bihurandiye. Bi hezaran kîlometreyan dûrî axa welatê xwe, li bajarê Lozana Swîsre ya ku çarenûsa parçekirina Kurdistanê lê hatiye diyarkirin, hîna jî bi çavên vekirî di goristana Bois de Vaux de li hêvîya avabûna Kurdistanê di axa sar de razaye.

Bi minasebeta 101 yeksalîya bûyîna wî, min xwest der barê çîroknûsîya wî û hin tesbîtên der barê wî de ramanên xwe bînim zimên.


Nirxandina li gorî berheman divê esas be

“Pêvajoya geşedana çandî, bi qasî ku mirov nikare tesewur bike digihîje serdemên kevin. Em bi rewşa xwe ya îro û bi beşek mezin a êşên xwe, deyndarê vê pêvajoyê ne. Veguherînên psîşîk ên ku bi pêvajoya çandî re dest pê kirine, gelekî eşkere ne. Ev veguherîn ji ber ku hedefên dozînî roj bi roj diguherin û ji ber ku hestên dozînî tên çewisandin, derdikevin holê. Sansasyonên ku daxwazên me yên sereke şa dikin, dûrî balkişandina me ye ango ketine halekî ku nayên ragirtin; ger daxwazên me yên der barê daxwazên etîkî û estetîkî veguherîbin, sedemên vêya yên organîkî hene.”

Mirov bala xwe bide gotinên jor ên nameya Sigmund Freud ji Albert Einstein re, dê têbigihîje ku ji bo beramberkirina doh û îro divê veguherînên ku her dem jîndar in, di ser guhê xwe re navêje. Heman beramberkirin ji bo beşek çandê, beşa wêjeyê jî lê ye. Ger mirov bixwaze berhem ango nivîskarekî berîya bi dehan salan jiyayî binirxîne, divê pêdivîyê bi du rêyan bibîne: An dê mirov xwe di ser zemên re gav bike û vegere salên rabirdûyê û li gora şert û mercên wê serdemê nivîskêr û berhema wî binirxîne, ango dê li gora feraset û zanebûna xwe ya îro nirxandinan bike. Lê mirov dikare ji xwe re rêyine din jî diyar bikin.

Ez dixwazim rêya diduyan hilbijêrim û li gora rêbaz û qayîdeyên wêjeyê yên ku di her demê de li gora şert û mercên wê demê guherbar in û hebekî jî bingeh in, tevbigerim. Nivîskarê ku ez dixwazim behsa wî bikim, çiroknûs Nûredîn Zaza ye. Ger mirov zanebûna xwe ya roja tê de paşguh bike û tenê şert û mercên berî bi şêst heftê salî bide berçav, dê pêşketinan ji nifşê nû re nîne û dê nivîskarên çandekê her timî weke tabûyekê bipejirînin. Nûredîn Zaza ku xwedîyê şeş çîrokên telîf û çar çîrokên lêanînê ye ku bi giştî nûserê deh çîrokan e, divê li gora berhemên wî yên li ber destan were nirxandin. Çima? Ji ber ku xwedî û berpirsiyarê Kovara Hawarê Celadet Bedirxan, Nûredîn Zaza weke Çexovê kurd nîşan daye; ji ber ku çîroknûs û nivîskar Firad Cewerî, Nûredîn Zaza û Qedrî Can weke du pêşengên çîroknûsiya nûjen dihesibîne. Ev her du destnîşankirinên di klasîkên wêjeya kurdî de bi cî bûne, divê li gora rastî û geşedanên wêjeyê werin eşkerekirin.


Pêla Nûredîn Zaza nîn e

Mirov dikare di wêjeya cîhanê de ji bo çîroknûsîyê bi du pêlan dakeve: Pêla Maupassantê Fransiz û Pêla Çexovê Ûris; û mirov dikare di wêjeya Tirkî de jî Pêla Sait Faik û Pêla Sabahattin Ali bipejirîne, lê li gora bîr û boçûnên min, mirov nikare yekser bibêje, Pêla Qedrî Can û Pêla Nûredîn Zaza. Çinku digel van her du çîroknûsan mirov nikare Celadet Bedirxan, Kamiran Bedirxan û Osman Sebrî weke çîroknûs nehesibîne. Ger dê veqetînek duneçel were destnîşankirin, divê mirov hemû çîroknûsên nifşê Hawarê bide ber hev û li gora rewşa wêjeya kurdî binirxîne. Hin çîrokên ku Osman Sebrî nivîsandibûn di serdema xwe de dikarîbûn qayiş bi çîrokên wêjeya cîhanê re bikişandana, dîsa çîrokên resen û ên lêanînî ku Celadet Bedirxan nivîsandibûn, ger derfetên xwegihandinê dîtibana dê teqez îro weke mîrateyeke wêjeya cîhanê bihatana hesibandin.

Îcar çima mirov nikare Nûredîn Zaza weke lehengekî pêlekê bihesibîne! Nivîskarê ku bêtir weke siyasetmedar û welatparêzê bîrdozekê tevgerîyaye, ji ber egerên mişextîbûn û zordariyên pergalên Tirkî û Sûrî neçar maye ku bêtirîn der barê ewlehiya jiyana xwe de û der barê xebatên xwe yên siyasetê de biponije; ne ku bi dehan çîrokan binivîsîne. Ev ponijandin û hesasiyetên wî, weke naverok û peyam di destegula çîrokên wî de jî diyar in. Bêrîkirina welêt, diljeniya welatparêziyê, paşdemayîn û belengazîya netewekê, qehremanî û biserketin di hemû çîrokan de armancên sereke ne. Çawa ku Nûredîn Zaza di hejmara 32’yan a Hawarê de bi nivîsa “Şîretên Ehmedê Xanî” û di hejmara 30’î ya Hawarê de bi nivîsa “Ji Xortan Re” xwestiye şîretên Ehmedê Xanî û Kipling arasteyî zarok û ciwanên kurd bike, ev hewldan di çîrokên wî de jî eşkere ne. Ji bilî çîroka “Şerê Mêşan” hemû çîrok di salên 1941-42’yan de hatine nivîsandin. “Şerê Mêşan” ku mêjûya 1965’an li binî hatiye nivîsandin -piştî bîst û sê salan-, hem ji hêla vegotin û hem jî ji hêla şêwazê dikarîbû bibûya despêka hewldaneke mayînde; lê mixabin, ji ber ku îro ji bilî van çîrokan ti çîrokên wî yên din li ber dest tinene, mirov nikare bi gotinên qelew çîroknûsiyeke domdar û pêleke xweser veçirîne.

“Di rastîyê de nivîskar dizane ku ji bo azadîyên ku di heriyê de mane, veşarî mane û bikaranîna wan ne pêkan in, diaxive; û jixwe azadîya wî bixwe jî ne pak e, divê wê paqij bike; ji ber vê, ji bo ku azadîya xwe paqij bike jî dinivîsîne.”

Nivîskar û feylesofê Fransî Jean-Paul Sartre di pirtûka xwe ya bi navê “Qu’est-ce que la littérature?” (Wêje çi ye?) de armanca nivîsandinê bi wî awayî rave dike. Gelo nivîskarekî mîna Nûredîn Zaza ji ber vê hişmendiyê, hewldana xwa ya çîroknûsiyê geştir nekiriye û bi qasî tiliyên du destan çîrok li dû xwe hiştine?

Destnîşankirina pêlan (ekolan) ji bo nivîs û wêjeya kurdî bi berhemdariyeke bêhejmar pêk tê. Çinku pêl di deryayê de radibin. Ji bo ku pêl hebin, divê di serî de deryayeke bêser û bêbinî hebe. Ji ber hindê ez dibêjim, “çîroknûsiya Nûredîn Zaza nebûye pêleke çîroka kurdî”.

Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îmamoglu û şanoger dijî qedexeyê derketin

ad

Li Hesekê Şaredariya Azad dest bi xebatên xwe kir

ad

Stoperê herî buha

ad

Ronaldoy kaykerdox Casillas derbas kerd

ad

Sean Pennî paştî da grevî

ad

Belê Waliyê Agirî diaxive!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname