Koma Xwendinê Ya Amedê vê carê romana nivîskar Roger Sozdar a bi navê “Tazî” nirxand. Rojer Sozdar di sala 1985’an de li gundê Têco yê Qereyaziya Erzeromê hatiye dinê. Romana wî “Tazî” ji Weşanên Aryen derketiye. Koma xwendinê ev nirxandina xwe roja 05.12.2021’ê li Komeleya Med-Derê kir. Endama komê Remziye Oncel moteratorîya şêwrê kir û di serî de bi xêr hatina hevalên xwe kir û mafê axaftinê da endamê komê Ahmed Kanî.
Mamoste Ahmed got: Dema ku ez nivîskarên wîsa ciwan dibînim kêfa min tê. Roman ji çardeh beşan pêk hatibû. Di beşa yekem de Lehengê romanê kesê yekem Selman qala xwe dike. Roman bi hevokeke “Ez mirovekî zêde ji xewê hez bikim nîn im” dest pê dike. Selman dibêje: ez zû radikevim û zû radibim, ev wekî peyamekê bû ji bo xwendevanan, yanî dibêje: divê meriv çalak be. Dema meriv li romanê dinêre dibine ku pirsgirêkên civakî, malbatî zêde derketine pêş. Mesela dibêje: bavê min û diya minli hev nakin, bavê min ji mal derketiye û çûye, li malê xwedî dernakeve. Birayekî wî heye, navê wî Elî ye, ew mutahît e û yekî egoîst e. Selman behsa hevalekî xwe dike ku di jiyana wî da pir bi rûmet e û pir jê hez dike heye, ew jî bûye şervan, navê wî jî Îlyas e û ew tevlî şerê gerîlatî dibe. Roman li dora bûyerên bi Îlyas re têkîldar in dewam dike, Selman şehadeta Îlyas bi rêya Mam Hesen ê pirtûkfiroş, di Rojnameyekê de dibîne û êdî xwe nagire. Selman dibêje: Ez erdkolokim, ez ê biçim cendekê Îlyas ji binê axê derxim.
Mamoste Ehmed wekî encam got: Nivîskar xwestiye bi ser karakterê romanê Selman re gelek peyamên ji bo rewşa civakê bide me hebûn. Wekî mînak: xwişka Selman Leyla û mêrê xwe li hevdû nakin, lê dayika wê û birayê wê yê mezin Elî pîberî wê nabin û Selman jî ji ber ku aliyê wî ê aborî nebaşe xwişka wî dîsa vedigere cem mêrê xwe. Ev bûyer jî rastiya civaka me dide ber çavan. Ev jî peyamek bû ji bo jinên ku ji aliyê aborîyê de ne azad bin, ji aliyê malbatê de jî ne azad in. Wîsa yanî min pir peyam tê de dîtin.
Piştî mamoste Ahmed endama komê Selehat Çîçek mafê axaftinê girt û bi vî awayî dest bi nirxandina xwe kir. karekterê romanê, yanî vebêjer, yekî derûniya wî nebaş e. Ez wekî rexne dixwazim tiştekî bibêjim. Min romanek beriya vê romanê xwendibû, ji bo min wekî bihna wê romanê jê dihat, di romana beriya vê de qarekter lawaz bû, di vir de jî heman tişt hebû, di romanê de lênûska Îlyas hebû, di romana din de jî ajanda birayê wî hebû, bira û dayik di her dû romanan de jî dişibiyan hev dû. Ji bo min pir bêhna romana din jê dihat, dibe ku Nivîskar wê romana nexwendibe jî. Belkî ez zêde di bin bandora wê romanê de mabim. Tema pir xweş bû, lê nakokî jî hebûn. Nivîskar li ser zewacê û hezkirinê gelek tişt gotibûn. Di serê romanê de qala zewaca dê û bavê xwe dike, di wur de diya xwe sûcdar dike, lê di zewaca xwuşka xwe de jî mêr neheq dike. Di navêna peyvên wî de nakokiyek hebûn, ji bo wê rûneniştibûn, hinek li hewa mabûn. Selman dixwest bi hezkirina jinekê , yanî Elîfê jiyana xwe biguherîne, lê ji ber dîsa lawaz e, biser nakeve. Erdkolok yan jî ardkeolok bala min jî kişand, Nivîskar dixwaze bi rêya vî qarekterî xwe bigihêjîne rastiya xwe, ji bo wê ev qarektera hilbijartiye. Metefora xwendinê hebû, jinika ku dixwîne û dora wê hatiye dorpêçkirin. Xwezî hinekî qala wê jinikê bikira, lê dîsa bûyer li hewa mabû. Nivîskar xwestiye gelek tişt bibêje, lê nêvcî mabûn. Belkî Nivîskar xwesti be bibêje ên ku dixwînin her tim tên dorpêçkirin. Li gorî min gelek tişt vala mabûn, dibe ev tercîha Nivîskar be. Piştî Selehat nirxandinên xwe qedand, mamoste Ahmed xwest çend tiştan bibêje, mamoste Ahmed got: Li gorî min di edebiyatê de her nivîskar di bin bandora hinek nivîskaran de dimîne û ev jî tiştekî baş e, ji ber ku em dibinin gelek romannûsên rûsî, ew dibêjin em tev ji qapûtê Gogolî derketine, ez vê bandorê wekî lawazbûnê nabînim,. Wekî hûn jî zanin nivîskarê destana Mem û Zînê Ehmedê Xanî jî berhema ji bandora destana Memê Alan girtiye . Ji bo nivîskaran ev tiştekî erênîye.
Piştî Selahat mamoste Hisên mafê axafinê girt û dest bi nirxandina xwe kir. Mamoste Hisên Çalişci got: min bergê pirtûkê pir eciband, xwezî hinekî din bi sebîtî bû ya, lê dîsa jî pir xweş çê bû ye, berg li gora pirtûkê ye. Roman pîskolojîk û hinekî jî sosyolojîk bû . Dibe bîranîn be, dibe ku di bin bandora romanekê de mayin be jî. Lê li gorî min eger bandor mayin be, gerek hinek jî afirînerî tê de hebûya. Xwezî min pirtûk bixwenda û li dûre kurte jiyana wî bixwenda, belkî ez di bin bandora jiyana wî de mam. Min got belkî nivîskar ji Erziromê be, zimanê romanê giran be, lê zimanê romanê pir xweş bû. Min got nivîskar şanoger e, belkî pir tiştan veke, lê heta rûpela 77an jî tiştek venekiribû, afîneriya wî pir kêm bû, lê keda wî zêde bû. Ez mînakekê bidim, di maçekê de, tîmek defansê dike, tenê xwe diparêze û paşiyê hîn nû ê hemberê xwe têk dibe, wê çaxê herkes jê re li çepika dixe, ji ber ku defans jî kiribe, ew baş e û bi ser ketiye. Nivîskar pir basît nivîsandibû. Lê tiştê ku xwestibû bide xwîner dabû. Gotinên wî pir li hev hatî bûn û sêwirandinên wî baş bûn. Ziman pir herikbar bû. Qarekter hindik û rindik bûn, Ji min re pirtûk wekî novelê bû, dibe ne novel be jî . Dem û mekan xweş hatibûn bikaranîn. Çiqas hêsan hatibe nivîsandin jî peyam gihişt xwîneran. Di dawiyê de jî ev hevok hebû: “Xwebûna mirov, hebûna mirov e”, bi ya min baş bi encam bûbû.
Li dû mamoste Hisên,endama komê mamoste Seyhan Şaşmaz mafê axaftinê girt û wîsa dewam kir. Dema mirov pirtûkê digre destên xwe wekî jiyaneke rojane tê de dibîne. Wekî têkiliya malbatê, têkiliya xwuşk û bira, mêr û jin, du hevalên ku ji hevdû hez dikin, hema di civakê de çi bûyer hene em di pirtûkê de wan dibînin . Selman, yanî qarekter çiqas lawaz be jî, dixwaze xwe mukemel nîşan bide, çiqas nikaribe tiştekî bike jî fikir û ramanên xwe derdixe pêş, dibêje Eliyê birayê min bi kêrî tiştekî nayê, kêmasiyên wî yek bi yek destnîşan dike. Dibê ew dewlemend e, lê hew bi kêrî xwe tê, ji bo kesekî tiştekî nake, dibê mirov bi dewlemendiyê nagihêje kesayetiyeke baş, ev jî peyamek bû ji bo me. Gava ku qala bavê xwe dike, mirov zane qet ji bavê xwe hez nake, dema xwuşka wî û diya wî qala bavê wî dikin, ew ji cem wan radibe diçe, tahmûla wî ji bo bavê wî tuneye. Her çiqas bibêje ez ji bav û birayê xwe cuda me jî ew ji bo wî modelin, Selman vê yekê nîşan dide. Dema xwuşka wî diçe ba mêrê xwe, ew li dû nare, ew jî wekî diya xwe û birayê xwe xwuşka xwe paşguh dike. Wekî mamoste Hisên jî got qarekter hindik û rindik bûn, qarekterê sereke Îlyas bû . Îyas kesekî bi her hawî dihate hezkirin, ji hêla mam Hesen ve, ji hêla Hatîceyê ve, ji hêla Selman ve dihate hez kirin. Kesekî li dû Îlyas tiştekî ne li rê nedigotin. Hemû bûyer li der û dorên Îlyasî digeriyan. Qala evînê hatibû kirin, ev jî wekî peyameka nivîskar bû, xwestibû bibêje, zewac bi vî awayi ye, jiyan bi vî rengî ye, bila haya we jê hebe . Mirov zane nivîskar di perwerdeya zimanê kurdî de derbas bûye, haya wî ji rêzimanê heye, bi baldarî hevok hatibûn sazkirin û xwendina wê herikbar bû. Ez karim bibêjim Îlyas gihiştibû armanca xwe, ji ber ku Selman li dû wî diçe. Xwendina pirtûkê xweş bû, mijar ne pir dirêj bû, li gorî min serkeftî bû. Piştî Seyhan Mehmet Arak jî nirxandinên xwe dike bi vî hawî dest pê dike. Ez jî dibêjim serpêhatîyeke ciwanekî kurd bû, wekî me gişan ku cara ewil ku em ji welatê xwe dûr dikevin, ji malê xwe dûr dikevin û diçin zanîngehê. Em dikevin dinyayeke din, hin pace li ber me vedibin ku meriv dikeve ferqa gelek tiştan. Qahremanê me yek jê ev bû, min ev tişt tê de dî, hem hestên takekesî,hem jî hestên welat parêziyê ji ber nexweşîya civaka xwe, civaka xwe ya bindest, qahremanê me bi xwe jî di takekesî ya xwe de dijî bê tir hatibû ziman. Mijar mijareke gelemper bû. Gelek kes di wan pêvajoyan de derbas bûne, ciwanên kurd ên ku li Zanîngehan in hîna jî wê janê dikşînin, di wur de hem êşa xwe dikşînin, hem jî xwe bê hêz hîs dikin. Min ew hesta pir tê de dît, mijar xweş hatibû vegotin. Roman ji aliyê edebî de hinekî qels bû li gorî min. Piştî Mehmet Arak moderatora şêwrê Remziye got: ez ê jî nirxandinê xwe bikim û em ê şêwra xwe bi dawî bikin. Remziye got: li gorî min çîrok, çîroka Îlyas e. Dema lehengê romanê yê sereke Îlyas ji bo xwendina Zanîngehê tê bajarê Enqereyê wekî kesekî wunda bibe lê tê. Çavdêriye hertiştî û hevalên xwe dike û digihêje biryarekê ku hevalên derdora wî ji kesayeta xwe dûr ketine. Ji bo ku ew jî neşibe wan dikeve nava lêgerînekê û berê xwe dide warên azad. Lênûska xwe teslîmî hevalê xwe Selman dike. Selman, yanî vebêjerê romanê di hundir xwe de dipeyive û dibêje: Îlyas ji Agiriyê ye, birayekî wî girtiyê muebedê ye, birayê wî ê din jî hatiye kuştin, em vê ji gotinên Selman hîn dibin.
Dema ku Selman bi şehadeta Îlyas dihese,dibêje: ez ê biçim, ez erdkolok im, ez ê hestiyên riziya çawa ne, mirovê tazî çawa ne derxim. Selman dibêje: ji kezeba min xwîneke kêlî dinuqute. Ez nizanim ez çi bi xwe bikim,dibim pîrebok, dibim mar, dibim tûpiştik û bi xwe vedidim, jehriya xwe bera nava xwe didim, di gewriya min de gor tên vedan, qêrînên min tên definkirin, tazî, bê kefen. Belê,romana bi navê “ Tazî” çîroka bi sedan ciwanên Zanîngehê ku ji bo azadiya welatê xwe di ciwaniya xwe de, xwe feda kirine, di şexsiyeta Îlyas de vedibêje.
Piştî nirxandinên Remziyeyê, şêwra koma xwendinê ya Amedê bi dawî bû.
Deşîfrasyona dengan ji aliye Remziye Oncel ve hatîye kirin.
Têbiniya Diyarnameyê: Her ku nirxandinên koman tên em wan belav dikin. Komên din ku nirxandinên xwe bişînin emê wan jî belav bikin.
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com