Amed
Tîma Jinan a Fûtbolê ya Amed Sporê ku di Lîga 3'yemîn a Jinan de dilîze di maça dawî de li Amedê ligel Anadolu Harput Sporê lîst. Tîma Amedê bi 12-0 bi ser ket û bû şampiyon.
Piştî maçê teknîk dîrektorê tîmê Bilal Yakut axivî û got: "Ligel lîstikvan, rêveberiya Amed sporê, temaşvan, heyeta teknîkê û klûba me hebû, em bûn yek û di serdema 2015-2016'an de me serketin bi dest xist, em bûn şampiyon. Ev ji şampiyoniyê wêdetir destpêka serdemek nû ye di warê fûtbola jinan de."
Tîma Jinan a Fûtbolê ya Amed sporê îsal di Lîga 3'yemîn, di koma 8'emîn de dilîst. Di 20 maçên xwe de 18 caran bi ser ketiye, carek têk çûye û carek jî wek hev maye. Di encamê de 55 pûan bi dest xistine û bûye şampiyon. Tîmê îsal bi giştî 142 gol avêtin û 11 heb xwarin. Sala bê dê tîm di lîga 2'yemîn de bilîze.