Diyarname
Roja 8'ê mehê Tirkieyê bi SİHA'yê li erebeya xebatkarên Çira TV û Çira FM'ê dabû. Di êrîşê de 3 rojnameger birîndar bûbûn. Ligel van 4 kesên bi rê de diçûn jî birîndar bûbûn. Ji birîndaran rojnameger Murat Mîrza Îbrahîm bi giranî birîndar bûbû û li nexweşxaneyê duh canê xwe ji dest dabû.
Cenazeyê Îbrahîm li ser daxwaza malbatê li Goristana Girê Gewr a li bajaroka Sikêniyê ya Şengalê hat definkirin.


