Diyarname
Piştî referandûma li Yewnanistanê li Parlemena Ewropayê axivî. Gelek parlementeran ji bo Çîpras li çepikan da. Vane hin notên ji axaftina Çîpras:
- Hikumetek ku rayeya desthilatdarî di destê wê de ye, ji bo hin tevdîran bigire xwedî maf e ku neqandinê xwe bi xwe bike.
- Divê hurmet ji bo referandûma "Na" ku dawiya hefteyê derket bê girtin.
- Belê hûn mafdar in li Yewnanistanê hin tewşî hene û em dikin ku van tewşiyan rast bikin. Mînak malnişîniyê di temenê ciwan de... Lê ji dêvla ku hinên din vê zor li me bikin, emê bi însiyatîfa xwe bi ser meseleyê de herin û çareser bikin.
- Divê Almanya şertên krediyê nerm bike. (li ser pirsa parlemenekî alman, got) Birêz Weber di dîroka me bûyera piştgiriyê yaherî mezin bi bîra te bixim. Di sala 1953'yan de, di dema Şerê Cîhanê yê 2'yemîn de welatê we ku ketibû nav deynên mezin, welatên Ewrohayê piştgiriyek mezin kirin û Peymana Londonê hat îmzekirin. Bi vê peymanê sedî 60'ê deynên Almanyayê hatin betalkirin û planeke nû ya mezinbûnê çêkirin. Vaye li Ewropayê wê demê em bûn şahidê piştgiriya herî mezin.
12'yê mehê Reberên YE'ye tên ba hev
Çîpras ji muadilên Herêma Euroyê xwest ku "peymaneke bi rûmet" a mezinbûn3e çêbikin.
Rêberên 28 welatên Yekîtiya Ewropayê roja 12'yê mehê dê bên ba hev û dê li ser paketa reformê ya nû ya ku Yewnanistanê pêşkêş kir biaxivin. Di vê civînê de biryarek ku dê bandorê li qedera Yewnanistanê bike bigirin.
Obama li Çîqras geriya
Her wiha Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Brack Obama bi telefonê li Çîpras geriya. Obama ji bo Çîpras got ku lihevkirina di navbera kredîtoran û Yewnanistanê de dê ji bo her du aliyan jî bi fêde be.


